Di vê kelegerma havînê de, qey şeytan tiliya xweya qilîncekî şil kiriye û xistiye kuna min de, min dest bi nivîsandinê kiriye… Nizanim, dibe ku Xwedê jî bi min lîztibe.
Bi Kurdîhezî û welatparêzî, bi xweşî û coşî; emê ji bo ken û lotikan, li ser mijarên Kurdistanî û cîhanî binivîsin. Tenê nivîs? Na. Di ber de, bi wêneyan û karîkaturan jî emê nivîsên xwe biweşênin ber we.
Hindikî rêzanî, hindikî çandî û têra xwe bi henekan emê bixemilênin.
Em silavên xwe li her hestiyên li ser û bin axa Kurdistanê,
û li hejîrên bi dara di baxçê Amê min Hacî de,
li Şahbanûya Brîtanyaya Nehîte, Elîzabeth,
li pîxwas û esrarkêşê me, Bob Marley,
û li pîrekên devê tenûran,
li kevirê Hacê û agirê Zerdeştiyan,
û filan û fîstan dikin…
Hêvî dikin ku Kurdistan, wek Barbados û Haîtî azad bibe.
Niha bimînin di xêr û xweşiyê de…
Heta carek din Xwedê kerîm û rehîm e..