Ha ji te re yê min bi kar bîne!

faruqoHecî Brahîm pezê xwe bi deyn dide Xalidê Bozikê heta salekê… Sal dizîvire û dema dana pereyan tê. Hefteyek derbas dibe…

Du hefte derbas dibe… Mehek derbas dibe, lê deng û pêjna Xalido nayê. Hecî Brahîm hêrs dibe, nahletekê li çavê şeytên tîne (Jixwe kîrê kê li kê radibe berê xwe dide rebenê şeytên) û xwe li sûkê cîyê ku tirimbêlên gundan jê radibin diqewimîne. Xalidê Bozikê li gundê Şahbana rûdinişt. Şahbana gundeki bi ser Qosera Mêrdînê ve girêdayîye.

TU 79 Kopie

Hecî Brahîm li ser rêya hevrîşimê li qiraxa gund peya dibe û bi mentiqa „mirov bi pirsê dihere xursê“ xwe li mala Xalidê Bozikê digre û di qederê neh-deh deqeyan de xwe dighîne ber derîyê xênî. Li derî dixe naxe, deng ji kesî nayê.

Bi gurmegurma wî re cîran derdikevin derve. Hecî Brahîm ji gundîyan re dibêje, „Ma qey birakê min bi derina ve çûye, kes li mal tune gelo?“ Pîreka cîran ku xanîyên wan bi hev ve, dibêje, „Welle berî nuha bi panzdeh rojan lê xistin, bar kirin çûn Îzmîrê…“ Hecî di ber xwe de dike vinevin, kejika stuyê xwe dixwirîne û bi şûn de vedigere… Berî ku xwe bighîne ser rê, dînê gund ji şipar xwe dighîne wî. Hecî Birahîm serê xwe dihejîne, dibêje,“Min di şens û sihûda xwe nîyhî! Dînek li ku be xwe li min digre…“ Dîno bi lîçik û girêza dora devê xwe dike hakehak, ji Hecî re dibêje, „Xalo, ma qey te tiştekî xwe wenda kirîye, hii iii?“

Hecî Brahîm jixwe ji kerba Xalido hêrs bûbû, li ser pirsa yê dîn mejî lê dewx dibe, dibêje, „Erê layê min! Min kîrê xwe wenda kirîye, te nedîye?“ Dibe hakehaka Dîno, dibêje, „Na, min nedîye, lê xem nake xalo. Ha ji te re kîrê min ji xwe re bi kar bîne, heya tu yê xwe dibînî…!“

About The Author