Îranê tir ji Îsraîlê berda

Sîmon Kurdo

Piştî ku Îsraîlê balyozxaneya Îranê ya li Şamê bi erdê re kir yek û çend sermezinên wan bi cehnemê şa kir, sofîk û melayên Tehranê dan zîtirkan û sûnda tolhildanê xwarin.

Ji bo ku soza xwe nexwin û di nav xelkê Îranê û cîhanê re rûreş û şermezar nebin, melayên Îranê ferman da Hizbûllaha Lubnanê û êrîşê dest pê kir. Piştî ku sofîkên Hizbûllaha Lubnanê mûşek û dron şandin ser Telavîv a Îsraîlê, ji Îran û Yemenê jî dron û mûçek firyan ser Îsraîlê û dê weledê xwe avêt.

Ecêb e, di vê êrîşa qerase de xisarek mezin çênebû. Piranîya dron û mûşekên melayên Tehranê hatin xistin, çend lib ji wan bi têlên elektrîkê ve asê man, hinek ji wan pûç derketin û mesele safî bû.
Yanî, sofîk û melayên Tehranê bi çend tir û fisan xwe rûspî kirin û gotin me heyfa xwe hilanî.

Axir, îcar dor dora Îsraîlê ye. Wê Îsraîl kengî heyfa xwe hilîne yan wê hilneyne em nizanin. Lê em zanin ku heke Îsraîl vê tire ji melayên Tehranê re bihêle, wê li qûna wan rabe zimanê wan li ser cihûyan dirêjtir bibe wesselam.

About The Author