Em bûne wek kurê Cimo

Nûrî Çelîk

Cimo û Ehmo hevalên hev bûn. Kurekî Cimo hebû navê wî Hesen bû (Hiso). Hiso zarokekî mulayîm, bêdeng, sernerm û di halê xwe de bû, bela xwe di kesî nedida.

Rojekê Cimo kurê xwe Hiso bi hevalê xwe Ehmo da naskirin, pesnê kurê xwe da û got:

„Binere Ehmo, ev kurê min Hiso ye. Kurê min pir mulayîm e, di halê xwe de ye. Mêş xwe li ser çav û pozê wî datînin dengê xwe nake, zarok lê dixin dengê xwe nake, bi xwe de dimîze dengê xwe nake. Yanî, kurê min kurê bavê xwe ye“.

Ehmo li Cimo nerî, li kurê wî nerî, hew xwe girt û got:

„Wey xwedê te û kurê te nehêle! Ma lao kurê ku mêş xwe li ser çav û pozê wî deyne û dengê xwe neke, kurê ku zarok lêxin, bi xwe de bimîze û dengê xwe neke, ma ew jî kur e xwedêhişto! „ û aciz bû.

Îcar ev jî mesela me Kurdan e. Li Başûr heq û hiqûqên me binpê dikin em dengê xwe nakin. Mûçeyên me naşînin an dereng û kêm dişînin, em lava lava berê xwe didin Bexdayê xwe davên tor û bextê wan. Li Bakur li me didin, zimanê me qedexe dikin, em dengê xwe nakin. Şaredarîyên me ji dest me digrin, şaredarên me davên zindanan, keç û jinên me bi dû xwe de dikşînin û dest dirêjî wan dikin, em dengê xwe nakin. Li Rojava ofîsên me dişewitînin, zarokên me direvînin em dengê xwe nakin. Li Rojhilat Kurdan dişeniqînin, kolberên me dikujin, keç û jinên me ji bo tayek por êşkence dikin, dîsa em dengê xwe nakin û bersivek mêrane nadin.

Yanî, em li ber rehma xwedê mane. Heger kesek yan hinek xêrekê bi xwe bikin û xwedî li me derkevin belkî darek ji barê ser pişta me sivik bibe. Yan na, em bûne wek kurê Cimo û deng û his ji me dernakeve.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de heger xelkê bajarê Wanê serî hilnedaba û li ber xwe nedaba, wê dewleta Romê wilo bi hêsanî paşde gav neavêtiba û wê qeyûm bavêtana ser şaredarên hemû bajarên Kurdistanê. Lê bi berxwedanê carek din eşkere bû ku heq nayê dan lê tê stendin. Yanî, desthilanîn fereca xêrê û fereca xêrê jî çirûska ronahîya pêşerojê ye. Kes, malbat, eşîr, hêz û partîyên ku destên xwe nexin bin kevir û dest hilneynin, li ber xwe nedin û berdêlê nedin, wê wek Hiso tim û tim mêş xwe li ser çav û pozê wan deynin, wê xelk li wan bidin û wan ji mêranî bixin.

Şerê Îsraîl, Hamas û Îranê jî wilo ye. Hamasê li hember dewletek wek Îsraîlê dest hilanî (her çiqasî zirarek mezin dabe Filistînîyên sivîl jî) li dinyayê prestîj û rûmeta Îsraîlê hejand û lawaz kir. Melayên Îranê ji ber êrîşa ser balyozxaneya xwe ya li Şamê sûnda tolhildanê li Îsraîlê xwar û berî rojek du rojan soza xwe bi cîh anî (her çiqasî tiyatro û êrîşek bi şêwir û mişêwir be jî). Bi vê êrîşê melayên Îranê hem xwe di nav xelkê Îranê de rûspî kir û desthilatdarîya xwe saxlemtir kir, hem jî qencîyek mezin bi Îsraîlê kir. Îran û Îsraîlê bi vê êrîşê hem şerê Xezze û Hamasê ji rojevê derxistin ( ji bo demekê be jî), hem nerazîbûnên li dijî kujtina sivîlan dan alîyekî û hem jî dijberîya li hember Îsraîlê kêmtir kirin. Yanî, rojev guhertin. Heger Îranê êrîş nekiriba û soza xwe daqurtanda, wê ew jî wek Hiso bêxîret bibûya, hem li hundur û hem li derve wê mêş û kermêşan xwe li ser çav û pozê wê danîna.

Werhasilî kelam, desthilanîn hem fereca xêrê, hem jî mêranî ye. Mêranî jî bedel e, berdêl e. Bê bedel ne milletek azad bûye û ne jî welatek serbixwe bûye. Bav û kalên me ji berê de gotine bi xwezîyan kes nagihê baqê kezîyan. Her çiqasî di şer û pevçûnan de, di hêz, çek û sîlehan de bêdadî û mêzînek ne wek hev hebe jî, carna gêrikek (mûrî) jî dikare serê fîlê bêşîne wesselam….

About The Author