Xaltîka me Ayşe Hur Karayilan da ber lotikên bêîman

Av. Ezîz Dîlan

Yek ji serokên sererd û binerd ê PKK heval Cemal (Murat Karayilan, ji Ajansa Firatê re konferansek qerase da û ji serî heta binê konferansê pesnê Misyotê Kor û bratîya Kurd û Tirkan da. Çareserîya pirsa Kurd di bratîya Kurd û Tirkan de dît û ji Şerê Çildêranê (1071) heta îro çîrokên bratîya Tirk û Kurdan (bratîya gur û mîhê) bi ta û derzî vekir. Yanî, yekî AKP û MHPî jî nikarîbû bratîya Tirk û Kurdan hewqasî xweş bike û mejîyê Kurdan bişo. Yekî CHPî jî nikarîbû ewqasî pesnê Mistoyê Kor bide.

Axir, ev dîtin û siyaseta heval Cemal û PKK ye. Ê biecibîne wê li çepikan bixe, ê neecibîne wê ji xwe re li rê û çareserîyek din bigere. Madem em ji sibê heta êvarî behsa demokrasî û azadîyê dikin, herkes û qîma xwe, herkes û wîjdanê xwe.

Axir, mesela me li ser gotinên heval Cemal û nivîsa dîrokzan, lêkolîner û nivîskara Tirk Ayşe Hur bû. Ayşe Hur a ku li ser Kurdan pir dinivîse û dosta Kurda ye jî, bi nivîsa xwe Karayilan da ber lotikên bêîman û ew pelixand. Ayşe xanim delîl û çavkanîyên Karayilan hemû pûç û derew derxistin û konferansa ku ji Ajansa Firatê re dabû lê kir quzilqurt û di pozê wî re anî der.

Wey weled heval Cemal!

Bihêle bela Tirk pesnê bavê xwe Mistoyê Kor bidin wî, ma ji me re çi Kemalo yan Memalo ezbenî…

Ma qesasê qirkirina Dersim, Koçgirî, Gelîyê zîlan û zordarîya ku heta îro li Kurdan tê kirin ne berhema Kemalê Kor e heval? Kemalo ji Kurdan re çi kiriye ku em wî li ber çavên Kurdên xwelîser dikin wek şîr û şekir wî..

Axir..

Xaltîka me Ayşe Hur sernivîsa xwe kiriye „Di tiştê KEMALÎZMÊ ge gera li morîkan“. Yanî bi zimanekî zelaltir, „Di nav gûyê Kemalîzmê de gera li morîkan“.

Ezê zêde li ser nivîsê ranewestim. Heçê bi Tirkî zanibe dikare nivîsa Ayşe Hur di malpera wê ya Fisbooqê de bixwîne û hûn sax.

Îcar wê Ayşe xanim û heval Cemal çi pelûlê bi serê hev dakin ez jî nizanim allahwekîl…

Silav û gulav…..

Qamişlo

About The Author