Dora tenûrê ji destê min çû

 

Qarda?im bi dîn û îman, bi serê Îsa û Mûsa kim ?ens û qirdê min kor e. Ev tam sal û nîvek e ku min dora xwe danîbû ser tenûra lotikvana germik û nermik Penepole Crûz. Lê lotikvanê tolaz Javier Bardem dora tenûrê ji destê min derxist û ket rêza pê?în.

Law ma ev jî ne bê?ensî û bextre?î ye babam?

Law min ji bo xatirê Penepole Crûz xanimê dev ji jina xwe berda û sê telaqên wê xistin destên wê. Min zarokên xwe avêtin ser sergo, nav kuçe û kolanan. Min ji bo xatirê wê terka her ti?tî kir. Û Penepole Crûz xanimê çi kir? Ez ji ser tenûra xwe qewirandim û xwe li ser can û cesedê Javier Bardem tapo kir û pê re zewicî. Ma ev wîjdan e gelî xwendevanan?

Werhasilî kelam, Penepole Crûz a ku bi ?ev û rojê di xewn û xeyalên min de bû, zewicî û ez tenê û sêwî hi?tim. Malnexeraba ku li ber dilê min ji mewîjên Hibabê, ji sêvên Meletê, ji tirîyê Omerya, ji zebe?ên Diyarbekirê, ji xiyarên Mêrdînê, ji hingivê Bedlîsê û ji tûtina Mû? û Xursê ?îrîntir bû, terka min kir û bi Javier Bardem re zewicî kuro!

Niha ez xwe daleqînim ne heqê min e gelî lotikvanan?

Îcar ezê çi bikim yabo iiii ihiii! Min jin û zarok jî li ser tenûra Crûz xanimê kirin, îcar ezê ji ku qelenekî din bidim ser hev û jinekê din bînim ka hûn nabêjin?

Ê law bêjinî jî zehmet e haaaaa, abor dibe û debar nabe ellawekîl.

Axir, heger we jinek bela? dît ji kerema xwe xeberê bidin xalê xwe.  Ji xwe çend fî?ekên min mane, berî mirinekê ez wan jî biteqînim û tewkelî bi xwedê..

Madrîd

About The Author

One thought on “Dora tenûrê ji destê min çû

  1. Cîgerim Fernando Perez, law dilê min bi te shewitî ellaxîme kîtabime. Ê heger te jî got herê, ez dikarim bi mishka delal ya heft mêr kirî ra careke bipeyîvîm heyatim. Da ku bila ew chend fîshekên te jî vala nechin haaa.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.