Aha ev lotikek xwe? bû!

Wey mala xwedê ava be, misilmanên Tirkiyê hêdî hêdî hebûna pirsgirêka Kurd dibînin û çareserîya wê dixwazin. Dezgehên îslamî yên ku hetanî doh ji pirsa Filistînê pêve ti?tek nedidîtin, îro radibin li Stenbolê dime?in û doza çareserîya pirsa Kurd li dewleta bêbav dikin. Ev lotikek pîroz e, her bijîn!

Dezgehên sivîl yên mîna AKABE VAKFI ? ANADOLU PLATFORMU ? ARA?TIRMA KÜLTÜR VAKFI ? FAT?H AKINCILARI DERNE?? ? H?KMET VAKFI ? ?HH ?NSAN? YARDIM VAKFI ? ?NSAN VE MEDEN?YET HAREKET? ? MAZLUMDER ? MEDEN?YET DERNE?? ? ÖZGÜR-DER li bajarê Stenbolê bi pankart û sloganan me?iyan û dilê xwe rehet kirin. Ecêb e, dezgehên ku heta îro wek pepûkan li hember doza Kurd  bêdeng bûn, îro bi navê bratîya îslamê çareserkirina pirsa Kurd û sekinandina ?erê çekdarî dixwazin. Bawer bikin ev nî?ana roja qiyametê ye û îcar mesele germ bû.

Aha bratîya rastîn gerek wilo be cîgerlerim. Gava hûn ji bo Filistînîyên qûnre? bikin qarewar û dengê xwe ji kujtina Kurdan re bilind nekin, bratî miratî namîne. Lê madem hûn doza bratîya gelên misilman dikin, di serî de divê her misilmanê xwedî wîjdan xwedî li pirsa Kurd û Kurdistanê derkeve, Kurdan bi tenê nehêle. Yan na, bi ellawekîl wê tu ferqa we û pîvazek xerabe ji hev nemîne.

Axir, ez wek Firildeq Elî vê lotika dezgehên sivîl ên misilman pîroz dikim û dibêjim:

-Heçê bixwaze here bihu?tê, divê pi?tgirîya Kurdan bike, xwedî li Kurdan derkeve.

– Heçê bixwaze li bihu?tê bibe xwedîyê 70 horî û nûrîyan, divê destekê bide doza Kurd û Kurdistanê.

– Heçê piçek wîjdan û insanetî pê re hebe, divê Kurdan bi tenê nehêle û wan biparêze.

– Û heçê bixwaze demokrasî û insanetî bê Rojhilata Navîn, divê dîsa xwedî li Kurd û doza wan a mafdar derkeve.

Na heger hûn dixwazin rasterast herin cehnemê û di agirê 1500 dereceyî de bi?ewitin, ji xwe behsa Kurdan nekin û hûn sax….

Stenbol

About The Author