Wey dinyayê!

Mixabin em Kurd li tiştekî xwe xwedî dernakevin. Xwezî bi wê roja ku Kurd jî wek Cihûyan netewperest bin û xwedî li her ferdekî netewê xwe derkevin.

Cihû alîkarîya her ferdekî cihû dikin. Israîlî naçin li aşxana yekî Ereb xwarinê naxwin, ji dikanên Erebên qûnreş tiştekî nakirin da ku perên xwe nedin dijminên xwe û wan pê dewlemend nekin. Lê karin 100 kîlometro herin li aşxane yan li dikana yekî cihû xwarinê bixwin û tiştên xwe ji cihûyan bikirin. Çimaş Ji bo ku yê cihû dewlemend bibe û nebe parsekê xelkê.

Lê em Kurd çi xwelîyê li serê xwe û 101 bavê xwe dikin?

Em jî li vajayî cihûyan, em ji Kurdan tiştekî nakirin ji bo ku Kurd dewlemend nebin û em diçin perên xwe didin dijminên xwe, ji aşxane yan ji dikanên wan malê xwe dikirin. Ji ber ku hê em wek cihûyan nebûne netewperest û ew şexsîyeta netewî bi me re çênebûye, em zikreş, zimandirêj, hesûdî û dijminatîya hevdu dikin, kurtanê kerên dijminên xwe ji ser pişta xwe danaxin.

Werhasil, mesela me li ser rojnama Rêya Teze û daxuyanîya gerînendeyê wê Grîşayê Memê bû.

Berî çend salan ez çûbûm serdana rojnama Rêya Teze û xebatkarên wê. Bawer bikin teknîka ku ew pê rojnameyê derdixin li Afrîkaya birçî jî tuneye. Xebatkarên wê bi zikek têr û yek birçî rojnameyê derdixin û xizmetê ji zimanê Kurdî re dikin. Rêya Teze ku ev 80 sal in di xizmeta zimanê Kurdî de ye, ji ber kêmînkanî û tunebûna derfetên aborî, wek mirovê seqet dikule, wek brîndaran ji kezebê dinale. Tunebûn xirabmalî ye û elhemdulîllah em Kurd jî tu karekî pîroz bi xirrê xwe nahesibînin, qîmetê nadin tu tiştekî.

Grîşayê Memê di daxuyanîya xwe de bang li Kurdan dike ku alîkarîya rojnama Rêya Teze bikin û wê bi tenê nehêlin. Her çiqasî çend caran hinek kes û dezgehên Kurd alîkarîyek piçûk kiribin jî, lê mixabin Kurd di xwedîlêderketina rojname, hunermend û gellek nirxên din de sersar, xemsar û ne xîretkêş in.

Gerebêtê Xaço bi salan xizmeta stran û muzîka Kurdî kir. Rebeno di nav belengazîyê de mir û belkî kes bi mirina wî jî neêşîya.

Gerebêt carekê gotibû:”50 milyon Kurd nikarin xwedî li min derkevin”.  Birastî ev gotin ji bo kesên xîretkêş ji derbên keleşkof û şûr û xinceran jî girantir e. Partî û dezgehên ku qaşo ji bo Kurd û Kurdistanê derketine rê, ji xeynî mirîd û sofîyên xwe alîkarîya tu hunermend û dezgehek din nakin. Yan hûnê qûnalêsên wan bin û bibin mirîdên şêxên wan, yan jî qîmetê te û pîvazek xerabe li cem wan wek hev e. Tew ji xwe hikûmeta başûr ku xwedêgiravî hikûmeta Kurda ye, bi qasî ku alîkarîya şîrketên Tirkan dikin ji %1 ji wê alîkarîyê bi Kurdên din re bikira, belkî rojname, hunermend û dezgehên me ji birçîna nedimirin û rezîl nedibûn. Lê mixabin ji berê de bav û kalên me dibêjin “Geyayê hewşê tehl e”.

Werhasilî kelam, rojnama Rêya Teze hewceyî alîkarîya we ye gelî Kurdên xwedî wîjdan. Hema mehê mirîşkekê nexwin, perê pakêtek cigara Marlboro ji Rêya Teze re bişînin dîsa wê xêrek ji we re bê nivîsandin.

Bawer bikin rewşa Lotikxanê jî ji rewşa rojnama Rêza Teze ne baştir e. Xwezî perên me hebûna û me alîkarîya Rêya Teze bikira. Lê hêvîyek me tenê heye ku ew jî zewaca xaltîka Fatê û stendina qelenê wê ye. Heger rojek ji rojan me xaltîka Fatê zewicand û me qelenek baş ji xwazgînîyan stend, bi soza mêrên berê emê temamê qelen û xelatan ji rojnama Rêya Teze re bişînin.

Soz!

Pîrkemal

Başçawîşê Lotikxanê

Ji bo alîkarîyê emaîl û telefona Grîşayê Memê ev e:

E-mail: midia@netsys.am

Telefon: 0037410 529612 û 003749 3331545

About The Author