Kerên Mêrdînê û siyasetmedarên me

Li gelek welatên pêşketî giranî, rêz, xîret û şerm û fedîyek siyasetmedaran heye. Bi taybet li welatên rojava û pêşketî, siyasetmedar û rêvebirên partî yan  hikûmetê ji ber xeletîyek piçûk jî îstîfa dikin dev ji erka xwe berdidin. Ji ber wê xeletî yan jî şaşîtîya ku kirine xwe hêjayî wî meqamê ku lê ne nabînin dev ji karê xwe berdidin. Lê li welatên paşdemayî û bi taybet li Kurdistan û Rojhilata Navîn rewş berevayî ye. Serok, rêvebir û siyasetmedarên welatên paşdemayî wek qijnika go bi qûna dewaran girtibin, bi kursîyê meqamê xwe ve dizeliqin û hew berdidin. Yan wê hezbelqeder bimrin, yan jî heta bi mirina xwe wê wek serok û rêvebirên partî û dezgehên xwe bimînin.

Li Kurdistanê jî rewş heman tirşik e. Tirşikek kelê, dilxelîn û kesanedî.

Serok û rêvebirên partî û dezgehên Kurdistanê heta qo qidûm bi wan re hebe, heta go zimanê wan bigere, heta go porê wan û pirça sînd û qûna wan spî bibe jî, dev ji erk û kursîyê xwe bernadin. Tu dibê qey ew kursî û meqam tenê ji bo wan çêbûye û nabe kesekî din li şûna wan dest bi lotik û zîtirkên siyasetê bike.

Ê bes e oxlim!

Ma hûnê wî kursî û wî meqamê go qûna we pêve zeliqî ye û kufikî bûye, bi xwe re bibin gorê?

Temenê we bûye 60-70 salî û hîna jî hûn dibêjin ez û ez.

Di temenê 60-70 salî de zilam ji mêranî dikevin û hew kîrê wan jî radibe heyran.

Ma siyasetmedarê go lê ranebe, wê çawa doza milletekî qerase bi rêve bibe, wê çawa doza şer û berxwedanê lê bike û çareserîyê jê re bibîne?

Law ma hûn wek kerên Mêrdînê jî bi xîret nabin babam?

Wek hûn zanin, ji ber go kolan û kuçeyên bajarê Mêrdînê teng in, trimbêl têre narin. Xebatkarên şaredarîyê pakijîya bajêr bi keran dikin, zibil û sergoyên bajêr li keran bar dikin û bajêr ji gemarîyê pak dikin.

Sê (3) ji wan kerên Mêrdînê di 2017an de piştî xizmetek heşt (8) salî bi def û zirne, bi qîr û qiyamet û bi lîlan û olan derkenar (teqawît) bûn. Piştî derkenarîya her sê keran, şaredarîya bajarê Mêrdînê kurtanê wan ji wan kir, bi xwarin û vexwarin spasîya keran kir û ew ji kar û xizmetê dûr xistin.

Kerên Mêrdînê piştî xizmet û pîkolek heşt salî derkenar bûn û li mala xwe rûniştin, rê ji ker û dehşikên xurt û ciwan re vekirin.

Û siyasetmedar û rêvebirên me?

Zêdeyî 20,30,40, 50 salî ye go serê govenda siyasetê dikşînin û tu gû jî bi ser nexistine. Ne wek ciwamêran xwe didin alîyekî û rê ji xort û ciwanên nû û xwîngerm re vedikin, ne jî ji qilafet û boqê simbêlên xwe fedî dikin.

Ê bes e wî!

Madem hûn ji milletê Kurd şerm û fedî nakin, qe nebe ji kerên Mêrdînê fedî bikin cîgerim!

 

 

About The Author