Me digo erê, we digo na!

Em dibêjin hêz û qaweta di kîr de di tiştekî din de tune ye, hûn henekên xwe bi me dikin.

Hi ihi!

Ha wa ye li Hîndistanê oldarekî kîrvînç bi kîrê xwe tirimbêlek sîh metreyî li pey xwe kişandiye û ne kîrê wî qetiyaye, ne jî kîr ji hêz û qaweta xwe tiştek kêm kiriye.

Rast derew, xêr û guneh di stuyê çapemenîstê me Racî Kîrpîvazî de be, dibêje piştî vê bûyerê ji her çar aliyên Hindistanê mirîdên kîr ji bo maçîkirin û tewafa hezretî kîr vehewiyane.

Û piştî tewaf û maçîkirina kîr hemû mirîd bûne endamên cimheta kîr.

Li gorî saloxên gîhaştin ber destê me, tê gotin şêxê kîr, ji bo xwe ji gunehên xwe bişo xwe ji civakê dûr xistiye û bi salan ew û ew maye û bi ser kîrê xwe de tenê dua û mua xwendiye û piştî xwendina wan dua muayan kîr bi cizbê ketiye û sibehekê bi xwe hisiyaye ku hêz û qaweta di kîrê wî de zaye di heft ga û qantiran de tune ye.

Dû re ji bo vê rastiyê bi mirîdên xwe re par ve bike, li hizûra mirîdan werîsekî bi serê kîrê xwe ve girêdide û davêje pêşiya tirimbêlekê û wê tirimbêlê li pey xwe dixirxirîne û dikişkişîne.

Bi lîrelîr û halanên mirîdan kîr li şêxê me dibe mîr û mirîd li dora mîrê xwe bi cizbê dikevin.

 

About The Author