Sofî Xelef
Klûba Amedsporê bi minasebeta Cejna Remezanê lotikek bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî avêt û peyamek pîrozbahîyê weşand.
Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2.emîn a Federasyona Futbolê ya Romîyên çeqilmast (TFF) de ji bo şampiyonîyê têdikoşe, bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek pîrozbahîyê weşand. Amedspor a ku peyama xwe bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî weşand, bi Tirkî jî da zîtirkan û cejna xalê Remezan pîroz kir.
Di peyama Kurdî ya Cejna Remezanê de bi zaravayên Kurmancî û Zazakî “Cejna We Pîroz Be! / Roşanê Şima Bimbarek Bo! ” hat nivîsandin.
Werhasilî kelam, Amedspora me bi lotik û zîtirkên xwe tirê ji tîmên Romîyan berdide û ber bi şampiyonîyê ve bi pêş dikeve.
Xwedê qewetê bide Amedsporê…
NEWROZA 2025 AN, BERBANGA HİŞMENDÎYA NETEWÎ YE
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin