Seloyê me bû 51 salî

Pîrkemal

Hevserokê Giştî yê HDP yê berê û qeraseyê zilaman Selahattîn Demîrtaş, ket sala 51ê û gav bi gav ber bi pîrî û yextîyarîyê ve dibeze.
Hevserokê Giştî yê HDP yê girtî Selahattîn Demîrtaş, ê ku di 10ê Nîsana 1973an de ji dayik bûye, îro bû 51 salî û dilê me bi halê xwe şewitand. Alîgir û hezkirîyên wî di medya civakî de rojbûna Demirtaş pîroz kirin, ew ji bîr nekirin û Selo bi tenê nehiştin.

Selahattin Demirtaş kî ye?

Selahattin Demirtaş li navçeya Palo ya Elezîzê ji dayik bûye, Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye. Demîrtaş, ku demekê parêzeriya serbixwe kir, li Şaxa ÎHD ya Amedê wek rêveber xebitî. Di sala 2014an de di 2. emîn Kongreya Awarte ya HDP de tevî Fîgen Yuksekdag ji bo Hevserokatiya HDP hat hilbijartin. Demirtaşê ku wek parlamenterê Colemêrg û Amedê ketibû meclîsê, di 4ê Mijdara 2016an de li gel Fîgen Yuksekdag hat girtin û ew birin Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê.

Demîrtaş wek siyasetmedarekî jîr û aqilmend tê naskirin. Heger karîba siyasetek serbixwe û bi îrade bimeşanda wê gelek serok û merok li paş xwe bihiştana.
Ê de xwedê temenê wî diêj bike rebbî…

About The Author