Salihê me lotikek rastî û paşûpêş avêt

Bavê Cengo

Hevserokê Kurdên sererd û binerd û serlotikvanê PYD mamê me Salih Mislim, dîsa lotikek berûpaş avêt û xwelî li serê Kurdên Rojava kir.

Mamê me Mislim, ji ajansa Alman DPA re axivî û çend lotikên dûrî aqilan û kesanedî avêtin.

Çi gotiye mamê we Mislim?

Gotiye: „Bi allahwekîl, bi sê telaqên jinberdanê, em ne ji bo xewna serxwebûna Kurdistana Sûrîyê yan jî Kurdistanek serbixwe dixebitin. Xewna me xewna Sûrîyeyek demokratîk e yaxî“ û pêde çûye.

Kuro aferîn ji te û partîya te re!

Niha hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, ma ji rastîyê xweştir heye?

Ma mamê me Mislim derewan dike?

Rastîya xwe û partîya xwe dibêje babam, çima hûn jê aciz dibin û wî dihetikînin lo?

Kurdên me yên ne hevalên PKK û PYD rabûne ser tapana, didin lotik û zîtirkan û mamê me Mislim rexne dikin.

Kuro law, ma bela mamê we Mislim derewan bike oxlim?

Mêrik çi diparêze, bi bawer dike, wê dibêje.

Ma rastî qebhet e yaxî!

Qamişlo

About The Author