Xaltîka me Gulê dest bi lotikên xwarinê kir

Jina Kurd, dêya sê zarokan, evîndara zimanê Kurdî Gulê Can Ronahî, di Youtub de dest bi lotikên çêkirina xwarinê kir û kêfa me anî.

Gulê Can Ronahî, ne tenê xwarinên Kurdî pêşkêşî temaşevanan dike, ew her weha bi zimanê Kurdî jî çêkirina xwarinan rave dike û xizmetê ji zimanê Kurdî re jî dike. Li gor xaltîka me Gulê dibêje, ji çêkirina xwarinan zêdetir, ew dixwaze di Youtub te xizmeta zimanê Kurdî jî bike û çêkirina xwarinan bi zimanê Kurdî pêşkêşî temaşevanan dike.

Li vir erkek dimîne ku temaşevanên Kurd jî xaltîka xwe Gulê Can Ronahî bişopînin, jê re bibin abone, wê di nav eşîra Yotubê de bi tenê nehêlin, piştgirî û alîkarîya wê bikin.

Em wek eşîra Lotikxane xaltîka xwe Gulê û xizmeta wê pîroz dikin, serketina wê dixwazin û çavên zarokên wê radimîsin.

Bijî xaltîka me Gulê!

https://www.youtube.com/channel/UCpWwCA_JzVphPE1HkxZsUYQ

About The Author