Yek ji me û yek ji wan

Berî bi demekê ?aredarê bajarê Rîzeyê Îbrahîn Bakirci ê AKPî bang li cewrikên dêlika Asenayê kiribû ku „jinên Kurd li xwe mehr bikin û wan bînin ser hewîyê. „

Pi?tî vê lotika bergîlkî, Kurdên me jî berê qerase û xiyarên xwe dabûn metropolên Tirkan û bi taybet jî bajarê Rîzeyê, welatê Laz û Qazan.

Pi?tre hew me dît ku yekî Colemêrgî jinek Tirk ji Afyonkarahîsarê ji xwe re anîye û pêre zewicî ye. Yanî, Colemêrgîyan berî herkesî lotik li jinên Tirk xist û heyf hilanîn.

Lê pi?tre?

Ma Laz û Qaz disekinin?

Niha jî dora Tirk û Laz û Qaza ye.

Li bajarê Rîzeyê, serokê Komela Seg û Gurên Rîzeyê Îmdat Onçirak (serokê komela fa?îstên Tirk) bi Zelal Çelîker a Diyarbekirî re zewicî û heyfa xwe ji Colemêrgîyan hilanî. Îmdat Onçirak ê nîjadperest, pi?tî zewacê gotiye ku „zewaca yekî Tirk û yeke Kurd nî?ana bratî û hevparîya me ye. Me bi hezarê salan keç dane hevdu û xwîna me li hev geriyaye, kes nikare Kurd û Tirkan ji hev parçe bike“ û ver?iyaye.   

Axir, keça Kurd a Amedî Zelal Çelîker jî ji kîsî me çû û bû bûka gur û dêlegurên Tirk. Tu dubê qey xortên Kurd qeliyabûn, yan li Amedê mêr nemabûn ku keça me pê re bizewice.

Lê toqa naletê çi ye hûn zanin gelî xwendevanan?

?exsîyeta bindestî û koletîyê ye.

Mêrên me jinên Tirk tînin zarok dibin Tirk, jinên me bi Tirkan re bizewicin dîsa zarok dibin Tirk. 

Bi kurt û Kurmancî, em Kurd her di xisarê de ne.  Ji ber Kurd ne netewperest in, hestên netewî bi wan re kêm e û wek Tirkan ne nîjadperest û mirîyê qewmê xwe ne, her û her winda dikin û xizmetê ji tuxmê dolheraman re dikin, dibin kurtanê kerên wan.

Yanî;

Em Kurd ji „xelkê re hêkan dikin û ji xwe re jî zelqan dikin“ wesselam…

Amed

About The Author

4 thoughts on “Yek ji me û yek ji wan

  1. Wek êdzîyan bikin: ne keçên xwe bidin, ne jî bûkê wan bînin. Xwîna êzdîyan paqij e, ji ber ku tu xwîn tev lê ne bûye. Lê xwîna kurdên musulman, ku byanîyan ra bizawicin, wek xwîna êzdîyan wê paqij nemîne.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.