Xalê me Ehmed dîsa bû serok

Kongreya Demokratîk a Civakî (DTK) lotika xwe bi dawî anî û di encama lotikê de Ahmet Turk û Aysel Tûglûk bûn hevserokên DTK. Herdu siyasetmedarên ku siyaset li wan hatibû herimandin, terka hev nekirin û di serokatîya DTk de gotin “em hene”.

Encamnameya civîna DTK ji alî xalê me Ehmedê mala Sînan Axa ve hat xwendin. Di encamnameyê de ji bo Tirkiyê demokrasî û ji bo Kurdistanê jî xweserî yan jî otonomî hat xwestin. Di encamnameyê de eynen ev lotik hatin avêtin:

“Cîgerlerim, emê ji bo Tirkiyeyek demokratîk û ji bo Kurdistanek xweser dest bi lotikên bêîman bikin. Divê ji bo çareserkirina pirsa Kurd makzagonek nuh bê qebûlkirin. Em bang li PKK û dewletê dikin ku ?er rawestînin û dev ji lotikên xwînrêjîyê berdin. Herweha em dixwazin ku rê ji Ocalan re bê vekirin da ku karibe di çareserîyê de rola xwe bilîze” û her wekî din.

Ez serê we neê?înim, DTK bi daxwaza Kurdistanek xweser lotikek pîroz avêt. Lê wê dewleta Tirko çend santîm rê ji Ocalan re veke ez wê nizanim.

De lotika DTK li ser xêrê be û serokatîya xalê me Ehmedê mala Sînan Axa pîroz û bimbarek be rebbî..

Amed

About The Author