Milyarderên Kurd jî hene yaboooooo!

Belkî hinek bawer bin ku Kurd feqîr in û têr nepik nan naxwin. Lê hinek Kurdên dewlemend di nav Kurdan de hene ku nayê gotin. Meselen Zelîmxan Mûsoêv ê Kurd.

Zelîmxan Mûsoêv ê Kurd bi xwe Kurdekî Êzdî ye. Lê bi ?e? telaqên jinberdanê me nizanîbû ku Zelîmxanê me milyarder e û bi peran dilîze.

Li ser bextê fitne û fesadan be, li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê, dibêjin Zelîmxan Mûsoêv bi 2.5 milyard dolaran %24 aktîonên kompanîya “Sîlvînît” ê kirî ye û bûye ?irîkê wê.

2.5 milyard dolar kuro!

Wey bavooooooo û wey li min!

Li ser bextê malpera Kurdistan.ru be, dibêji xwedîyên kompanîya deranîna kalîûm a ji bona zêdekirina çandinîyê – „Sîlvînît“ê, ku li Rûsyayê ya herî mezin e, du kesên nû ne. Aktionêr-xwedîyên nû yên „Sîlvînît“ê parlamêntarê Dûma Dewletê (Parlamêntoya) Rûsyayê Zelîmxanê Elî Mûsoêv (24%) û yek ji serekên kompanîya komirê „Sîbûglêmêt“ Anatolî Skûrov (20%) in. Buhayê aktionên, ku Z. Mûsoêv kirîne 2,5 mîlyard dolar e.

Dîsa li ser bextê votkavexwarên Rûsyayê be, hinek dibêjin Zelîmxan ev pere ji bankê deyn kirine, hinek jî dibêjin na lo, tûrik û xurcikên xwe vala kirine. Lê ji ku anîbe bela bîne, 2.5 milyard dolar jî ne hindik e haaaa, pehh!

Law bavê min, ma tu li xwe tenê difikirî baba? Bi deh hezaran zarokên Kurdên êzîdî birçî û tazî ne, li gundên Ermenistanê derbeder û ?erpeze ne. Ma go te 1 milyar dolar li wan belav bikira û bi 1.5 milyard dolar jî bibûya ?irîkê “Sîlvînît” ê ne bixêrtir bû lo?

Zelîmxan Mûsoêv Kurdekî êzdî ye, ew 13ê meha çirîya pê?in sala 1959an li paytextê Gurcistanê – Tbîlîsîyê ji diya xwe bûye. Ew parlamentarê Parlamentoya Rûsyayê ye, cîgirê sedirê komîteya alîyê pirsên navnetewî ye. Ji sala 1998an ew xwedî û serekê ?êwra dîtindarîyê ya karxaneya Pêrvoûralê ya lûleyan bû. Ewî sala 2008an ew firot koma ÇTPZ ya bi serokatîya Andrêy Komarov û Alêksandr Fyodorov. Zelîmxan Mûsoêv xwedîyê kompanîya Dêvêlopêrskê ya bi navê „Rêgîon“ e. Ew zewicî ye, pênc zarên wî hene. Ew yek ji sedirê ?êwra bazirganîyê ya Rûsya-herêma Kurdistana Îraqê, herwiha ya Rûsîya-Îraqê ye.

Moskova

About The Author

4 thoughts on “Milyarderên Kurd jî hene yaboooooo!

  1. Weyla agir bi nav paqa keto herê wele. 2,5 milyar dolar kuro? Yabo me di xewnên sevan de jî bahwer nedikir ku qerasakî zilaman halo di nav van belangazên kurdên êzîdî de derkevê. Lê vaye camêran jî bûne milyarder. Qene ber hêdî bes bêjin em feqîr û belangazin, ma evqas perên kê hene?

    Lê ci fêde. Pistî ku qencîya wî negihê civak û netewa wa wî hima perên wî hebin ji ci re û nebin ji ci re. Yabo ez meraq kim bê ka ev qas pere ji ku anîne. Lê xweyaye feqîro hemi bi xwêdana xwe û paleya nîsk û nokan û tevrika pembû di cîqêna havînî de li hev kom kirîye. Ti nemabû ku bêjim hemi perên mafyayê ne, lê Xwedê heye, ez naxwazim bêbextîya li wî û li sîyasetmedarên rûsan bikin, hakê li wê dinyayê ez bibim tahlikê zimanê xwe û min dax bidin.

  2. Xwedê perê wî zêdetir bike yabo.Qet nebê dê fedeya wi li belengaznan be.Ma ne wilo ye kardashim.Ne wilo jî be pere pereyê wî ne ma çi bi me tê.

  3. Xizanè kurd ziad,devlemend kèmin.xwuda ziad kit.xer u berekàta LALE§ li ba camer bibit.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.