Sîxurên me bi ser cehnemê vebûn

?ikir ji xwedê re, sîxurên e?îreta Lotikxanê bi ser cehnemê vebûn û derîyê cehnemê li Tirkmenistanê dîtin.

Wek hûn zanin, ?êx û melayên me, kitêb û mitêbên olî pir behsa hebûna cehnemê dikin û mirovan ditirsînin. Lê heta niha kesî nizanîbû ka cehneme li kuderê ye, li dinyayê ye yan li axretê ye.

Pi?tî lêkolîn û lêpirsînek kûr û dûr, sîxurên Lotikxanê ji ar?îvên dinya û axretê derxistin ku derîyê cehnemê li Tirkmenistanê herêma Derveze ye.

Pi?tî bidestxistina ar?îv û belgeyên cehnemê, sîxurên me li ker û deh?ikên xwe siwar bûn û berê xwe dan Tirkmenistanê herêma Derveze. Di vê rêya dûr û dirêj de mixabin deh?ikek me ji birçîna ?ehîd ket û çû ber rehma xwedê. Lê deh?ika me bi serfirazî erka xwe ya welatparêzî bi cîh anî û em gihandin ber devê derîyê cehnemê.

Gava sîxurên me gihan ser qula cehnemê, dîtin ku hayhooooooo va birastî jî cehneme heye û  derîyê wê jî ji her kesî re vekirî ye. Sîxurê me Mistoyê Cehnemî ji bo lêkolînekê li ser Kurdên ku di cehnemê de ne bike, rabû derbasî cehnemê bû û di nava êgir de li Kurdên cehnemî geriya. Lê ?ikir ji xwedê re ku di cehnemê de Kurd tunebûn. Li gora saloxdanên sîxurê me Mistoyê Cehnemî, di cehnemê de tenê Tirk, Ereb û Faris hebûn û wan jî di nava agirê cehnemê de bazdidan ser hev, qûn li hev diqetandin.

Ez serê we neê?înim, sîxurê me Mistoyê Cehnemî mizgînîyek xêrê dide Kurdan û dibêje ku „di deftera cehnemîyan de navê Kurdan nehatiye nivîsandin. Bela Kurd netirsin“ û dide lotikan.

Sîxurê me Mistoyê Cehnemî ji bo xatirê we û ji bo îspata hebûna cehnemê, canê xwe xist xeterê û li devê derîyê cehnemê wêneyê xwe ki?and.

Tirkmenistan

About The Author