Boykot, 101 carî boykot!

Di vê dema ku mesela referandûmê wek go?tê birajtî di miqilkê de diqije, wek Lotikxane Partîsî ne mumkune em jî  bêdeng bimînin.
Di demek kin de me komik û civînên xwe çêkirin, me onba?î, çawî? û sîxurên xwe kom kirin û pistî minaqe?eyên dûr û kûr, bi piranîyan dengan em gihi?tin encamek bê binî.
Encama ku em gihi?tînê ev e ku di referandûmê de em ne dibên erê,em ne dibên na.Emê pi?tgirîya BDP bigrin û bêjin, yabo boykot û sed carî boykot!
Lê ji bona em pi?tgirîya BDP bikin û boykotê li dar xînin, ê me jî çend ?ert û ?irûtên me ji wana hene. Ger ew ?ertên me bipejirînin û bêjin „ehlen we sehlen“, emê ne carekê lê sed carî bêjin boykot û moykot!
Sertê me ji BDP ê evana ne:
Divê BDP ya ku li gora zagonên dewleta Tirko ava bûye xwe feseh bike û li gora berjewendîyên Kurdan xwe ji nû ve rêk û pêk bike, xwe bi Kurdî û Kurdistanî bixemilîne.
Divê BDP navê xwe yê Tirkî bavêje,navekî Kurdî li xwe bike.
Divê BDP 20 wekîlên xwe ku di parlementa Enqerê de ne û ji bo berjevendîyên dewleta Tirk bi ?eref û namûsa xwe sûnd xwarine, bi pa? de bik?îne.
Divê parlementa Kurdan li paytext Amedê ava bike.
Divê nêzîk 100 ?aredarên BDP ala Tirkan û wêneyê Kemalo ji dîwar û ber derîyê xwe rakin.
Divê partîya ku rê pê? BDPî yan dike berî her ti?tî zimanê televîzyona xwe bike xurû Kurdî û ji ?ildim bildima Tirkî paqij bike.
Rojnama Tirkî biçirvirîne û bi Kurdî biwe?îne.
Di temamê malperên xwe yên internetê de zimanê Tirkî heram bike û bi Kurdî bin.
Yanî ne tenê ji referandûma guhertina çend xalan re boykot ha, ji hemi ti?tên bi Tirkî û Tirkîtî re BOYKOT Û SED CARÎ BOYKOT!
De keremkin, ha va dar û va mi?ar. Kengî go BDP ev daxwazên Lotikxane Partîsî anîn cîh, bi ?e? telaqên jinberdanê emê bi def û zirne pi?tgirîya BDP bikin.

Ma ji van daxwazan maqûltir û xwe?tir?

About The Author

9 thoughts on “Boykot, 101 carî boykot!

  1. Hema bi telaq ez jî bi van sert u srutê xwesik u nermik,u Kurdistanî bi Lotikxane Partîsî re me

  2. Law bi serê memikên xaltîka Fatê be, heger BDPeya her tisht tirkîlî van shertên Lotikxaneciyan anî shunê, bila char jinên min ji min berdayî bin ku ez ê jî „boxgot“ bêjim u xelas. Ê tabî cîgerno, em bash dizanin ku tirkîtiya camêran tishtekî ruhî u psîkolojîk e, yanî nexweshiyeke pir berbat u pîs e, hun xwe jî bikujin, ew ji vê sergîn tirkan nayên xwarê dînime îmanime. Loma jî ez ê mejburî HERÊEÊ bêjim, wîîîîî.

  3. Elawekîl rêzikên Partîya Lotikxanê li cîhin ka merû çawa ne pejirîne, min jî got ERÊ û çû. De werin soz bidin bi mishefa re? sond bixwîn em ji boqota we bawer bikin

  4. Ha rexm li ser bapirè te u miriyè te xemuyan.shert u shurta kurdiyati.de bi ferminin bejin,li ser LOTIKXANE KURDPERVER heni lo.xeta muhra kurdi li ser zimanen bdp nebit ,bdp ji boykot.bi zimani tirki kurdiyati nabit.

  5. ez ji j? partiya lotikvanen kurdistane me

    say?n atanm?? vekila me perwin buldan di axavtinek xweda di got heger akp raste bi trt 6 e da bila mer?a neteweya kurda ey reqib deyni ser ey vekilimiz ma sen ki zemani di kongreyek xweda ey reqib bihistiye ma tu zaroka di xapini

    say?n ba?qan?n atad?klari çok say?n vekillerim ma hun nizani ku ve he?ti sal?n dewleta tirko b? hezen xwe yen kur li hemu hucreyen xwinede j? belav k?r?ne u yek cari kes nikar?n we xerab?k?n
    nave we hedi hedi ye bi yek derse melati nemaye
    bele say?n wekillerim d?zan?n le bele dibejin kuçik olsun benim olsun
    dibejin wexta çave gel vebe we kursiken me j? dest me herin u xilas

  6. De keremkin gelî BDP ya, ger hun kurdîyatîyê dixwazin hava kurdayetî,
    Ger hun dewleta türk nasnakin u ji bo guhertina cend xalan Baykotê dikin;de keremkin hemu tistê tirkîtî baykot bikin da ku bawerî bi we bê

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.