KENAN EWREN

 Ha?ayî civata hazir, gotinek heye dibêjin „filankeso yan quzçirên yan jî kîr?ikên e“. Yanî mesela êzingên min e. Yan wê her ti?t wek me û daxwazên me bibin, yan jî emê wek çêlekê lingê xwe li sîtika ?îr xin û birjînin. Îcar ev jî mesela me Kurda ye.

Îro sermezinê Qasimpasalî Receb ji leskerê Tirko aciz bûye, ji tirsa kuna xwe ku carek dî wî nexin qula hepsê, beramberî le?keraan yasa derdixe û dibêjê ezê qa?o Kenanê dew?îrme û hevkarên wî bidim dadgehê ji bo carek dî kesekî dîtir tu gûyî nexwin û lesker darbeyên eskerî cênekin,  neyên ser hikim. Kurdên me jî dibêjin „yan yasa tev bê guhertin yan jî emê baykot bikin“ û rûn li ser nanê Kemalîstan dike. Kuro lao bi telaq heger serokê sererd û binerd nebêje erê, kes nikare bêji na û hew. Kuro ji qehrê MHP û CHP bê jî gerek tu bêji ERÊ sayin DBP! Kuro lao Kenan Ewrenê dolheram bi wan yasayên xwe dar xistin qûna me teva. Em dixistin çalê gû, her ro ê?kence bi me dikirin û îro jî dikin. Ya te çi ye DBP? Çima tu ji leskeran re li çepikan didî babam? Bihêle em heyfa wan darên ku ketine qûna me ji yasaya Kenan Ewren bistînin heyran, wey! „BAYKOT“ ha!? Çawa vîjdanê te qebûl dike tu pi?ta Arnawût Kenan Ewrenê dolheram digri qarda?im? Yan dar neketine kesî ji we? Law bi namûs, xalê me Ehmedê mala Sînan axa pir ba? zane bê yasayên Kenan Ewren çawa dar û ?û?eyên Coca Cola dixintin qûna me Kurdan lo. Lê çima ew dibêje Boykot min ew fêhm nekir.
 
Îcar gelî Kurdên serhi?k, serê xwe hinekî bixin nav ava çemê Bûnisra nerm bikin û bi fikirin. Ni?adir bixin qûna qebadayê Qasimpasalî da ku zîtirkan bide, pihîna li devê leskeran bide, diranên wan teva biwe?înê. Vê fersendê nerevînin, bihêlin bera ew di dîya hevdû nin, ya me çi ye qurban ?.Ji xwe ti?tek di destê me Kurdan de tuneye, bi hezaran xort û  keç, jin, mêr û zerok hatin kujtin û hê jî tên kujtin. Law me hê dewsa tirba xwe azad nekiriye wî, bihêlin bela yek bi kêr be û yek bi penîr be ha, waweylê!
   
Wele va min a xwe got birê min. We boykot kir ji vî ve û we nekir dîsa ji vî ve. Ezê bi xwe tilîyê bavêjim bin dûvê MHP û CHP. Îcar kî qûna kê dalêse ne xema min e û hûn sax…

Nisêbîn

About The Author