Alman difetiqin

Qelewî û nepixîn zêde dibe û bûye bela serê mirovan. Bi taybet xwarinên bi hormon û xwarinên fastfod (xwarinên hazir yên wek Mcdonalds û wekî din) qû?ê li mirovan diqetînin, wan wek me?kên koçeran dinepixînin.

Di lêkolîn û rapirsînekê de derket holê ku li Ewrûpayê yên herî zêde qelew dibin Alman in. Dezgeha Îstatîstîka Ewrûpayê Eurostat di endama lêkolîna xwe de lotikek qerase li Almanan xist û got ku “Alman wek nepoxê dinepixin û difetiqin. Xwedênehi?tan hingî rovîkên he?andî dixwin û ji avê zêdetir bîrayê vedixwin, bûne wek me?k û hebanan” û îmana Almanan teneke kir.

Herweha di encama lêkolînê de derketiye holê ku Ingilîz jî ji Almanan ne kêmtir in lê nikarin lingên xwe li lingên Almanan xin. Ingilîz jî di qelewîyê de xwe nêzîkî Almanan dikin û zik li wan dibe me?k.

Werhasilî kelam, Alman di qelewîyê de bûne yekemîn. Lê dibêjin ev qelewî di jiyana wan a seks û lotikan de rolek xerab dilîze û Almanan qelew zêde nikarin bazdin ser hev, bêhn li wan diçike û wek nepoxa fisyayî tê serê wan. Ji ber vê jî bi tilî û alastinê hevdu îdare dikin, kurmên hev di?kînin.

Ez serê we neê?înim, hay ji xwe û qelewîyê hebin û hûn jî wek Almanan ji mêranî nekevin gelî xwendevanan. Ji xwe ti?tekî Kurdan mabe ew jî xiyarê nav lingê wan e. Heger qelewî wî xiyarî jî biçilmisîne, malik li Kurdan viritî û hûn sax…

Berlîn

About The Author