EZÊ BI XWE DI KERA XWE NIM

Kalemêrek herdu makerên xwe dide pê?îya xwe û diçe çîyê ku hem di dirûngeha (gîyayê ji bo alifê zivistanê tê hilanîn û nayê çêrandin)  xwe de gîya biçine û hem jî hinek daran bi xwe re bîne gund.

Diçe dirûngehê makerên xwe girê dide, bi tirpanê gîya didirû, gîyayên li ber devê tirpanê neketî jî, bi dasê diçine.

Dû xortên nêzîkî kalo dibînin ku herdu kerên kalo maker in, nîyeta xwe li keran xirab dikin. Dixwazin bi awayekî kalo bixapînin û xwe bi makerên wî rehet bikin.

 Xort ji Kalo re dibên” Kalo, em hatine daran, em dibînin karê te jî pir e, tu nagehî biçî daran. Tu kerên xwe bide me, emê biçin daran bînin. Nîvî ji me re û nîvî jî ji bo te”.

Kalo diponije û li nav çavên wan dinere, nîyeta wan fahm dike û ji wan re dibê “ Na brazî xwedê ji we razî be, ezê bixwe di  kera xwe nim” û lotikekê li xortan dixe.

Îcar heyran, bi her sê telaqên jinberdanê, Partîya Kerên Kurdistanê (ewa ku li ba?ûrê Kurdistanê ji bo mafê keran têdiko?e) ne neheq e ku mafê kerên reben diparêze ha.

Niha hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, kesî wek keran tab û sêfilî bi Kurdan re dîtiye? Bi dîn û îman ked û pîkolîya ku keran di ber Kurdan de kiriye, partî û rêxistinên me nekirine lo, wî! Yaw kerên me ne pirsgirêkên îdeolojîk derdixin, ne doza serokatîyê dikin, ne rêxistin û partîyan parçe dikin, ne ti?tekî boykot dikin û ne jî doza dewlemendî û malê dinyayê dikin. Û tew bi ser de jî Kurd î?ê xwe jî bi wan rebenan diqedînin ha.

 Ê ka ji vê xizmetê mezintir xizmet babam?  

Kuro bi ?e? telaqan, ne tenê partî, em Keristanek serbixwe jî ji kerên Kurdistanê re damezrînin heq û mafê wan e û hûn sax…

About The Author