EM HEYFA BA?ÇAWÎ?Ê XWE LI ERDÊ NAHÊLIN

Doh zavayê min ji dûr ve Ba?çawi?ê lotikxanê dest girêdayî dîye û xeber da min.

Îro ez li mala wî geriyam û keça wî ya mezin hat ser telefonê.

Min pirsa bavê wê kir.

Wê got”Bavê min ne li mal e”.

Min jî hema jê re got ” Keçê ew cima dîya te destê bavê te ?ikandîye?”

 Rebenê kete sûndan û got “ Dîya min destê bavê min ne ?ikandîye, dema ji kar hat destê wî werimî bû”.

Min jêre got” Vene?êre, dîya te bi dar li destê bavê te xistiye û destê wî ?ikandîye”.

Feqîrê kelegirî bû. Pa?ê min jê re got “Brazîya min, min henek bi te kirin”.

Em bên ser heyf hilanînê.

Di salên1990 de axayek Cizîrî li malê  dilê wî diçe seleta mast. Hema çeqok/kêr a  xwe derdixe û xîyaran hûr dike nav mast. Di heman demê de kurê wî li derva rûni?tî ye, dengê tiqêna tifengê tê. Kurê wî dike qerîn û tê ku?tin. Axa derdikeve der lê kesî nabîne, kujer direve û kes nizane kî ye.

 Herwekî adet e, dema kesek tê ku?tin xelk diçin behîyê û sedemê çilobûn û çawabûna mirinê dipirsin, sersaxîyê didin. Grûbek apaçî ji çîya tên û dipirsin ka mesele çawa bû û kê kurê wî ku?tîye.

Axa dibê “Çeqok di dest min de bû min seleta mast çêdikir û xiyar hûr dikirin. Bi dengê tifinge û qêrîna lawik, ez derketim lê min kes nedî.

Yên ji çîya hatî “ Tu çawa xiyaran hûr dikî nav mast, ma jin û bûk ji bo çi ne” û xwe di xeyidînin.

Celelebek din ji çîya tê behîyê û ew jî dibirsin ka çawa bûyer qewimîye.

Axa dîsa dibê” Min bi çeqokê xiyar hûr dikirin seleta mast”.

Ew jî dibên” Ma tu ?erm û fedî nakî tu xiyaran hûr dikî nav mast. Tu ji me re rastîyê nabêjî, tu me dixapînî” filan û bêvan.

Celeba sêyan ji çîya tê ew jî dipirsin ka kurê wî çawa hatiye ku?tin.

Axa dinêre kes rastîyê bawer nake. Hema dibê” Min top paqij dikirin, dengê tifingê hat û kurê min ket, min re?atîyek dî û çend gulên topan berdanê , lê kujer ji girik berwêve bû, ez nizanim topan jê girt an ne”.

Li ser wê gotinê, yên ji çîya hatî dibên “ Tu mêr û mêrxasî, ew kurê te ye, lê ?ehîdê me ye. Em heyfa ?ehîdê xwe li erdî nahêlin”.

Vêcar ev jî mesela ba?çawî?ê me ye.

Kê kiribe an jî çawa bibe, ew gazîyê me ye û em wek le?kerên Lotikxanê heyfa gazîyê xwe li erdê nahêlin. Bi vê wesîlê ji ba?çawî? re silametîyê dixwazim û dibêm derbasbûyî be û li xwe miqatebe heyran, tu hêjta ji bo miletê Kurd lazimî cîgerim.

About The Author