Konferansa Çareyên Pirsa Kurd

Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kurd-Kav) û Tevgera Reformê, bi hinceta ku ji bo pirsa Kurd li çareyan bigerin konferansekê bi navê ‚Wateya Biratiya Kurd û Tirkan: Pirsgirêk û çareyên wê‘ li dar dixin.

Rojnamevan, nivîskar, nûnerên dezgehên sivîl, akademîsyen û gelek siyasetvan bi gotar û axaftinên xwe be?darî vê konferansê dibin. Sazkarên konferansê dan zanîn ku, ew dixwazin bi vê çalakiyê pirsa Kurd gotûbêj bikin û encamên wê jî, bi mebesta bibe alîkar ji çareserkirina pirsa Kurd re bi raya gi?tî re parve bikin.

Çav li rê ye ku, rêvebirên AKP, CHP, BDP, HAK-PAR jî tê de, gelek sazî û rêxistinên sivîl û civakî be?darî vê konferansê bibin. Li gor ragihandina sazkarên konferansê, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û wezîrên hikumetê Be?ir Atalay û Huseyin Çelîk, Cîgirê Serokê CHP Gursel Tekîn, Serokê Hak-Parê Bayram Bozyel, Endamê Rêvebiriya Navendî ya BDPê Cesîm Soylu, Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar, Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amedê Galîp Ensarîoglu jî be?darî konferansê dibin.

Konferansa ‚Wateya Biratiya Kurd û Tirkan: Pirsgirêk û çareyên wê‘ ku bi hevkariya Kurd-Kav û Tevgera Reformê tê sazkirin, wê 15 û 16ê vê mehê li salona konferansê ya LARESPARK Hotel bê lidarxistin. Ji bo danasîn û agahdarkirina çapemeniyê, 13ê mehê li Koçka Malta ji aliyê sazkarên konferansê ve wê daxuyaniyek hevbe? bê dayîn.

Kesên bixwazin wek tema?evan û panelîst tevlî konferansê bibin divê bi rêya maîl û telefonê, Kurd-Kav û Tevgera Reformê agahdar bikin.

REFORM HAREKET? (Tevgera Reformê)

Kocatepe Mah. Lamartin Cad. Gül Apartman? No:20 Kat:2 D-3 Taksim-?STANBUL

Telefon: 0 506 416 97 03 / E-Mail: info@reformhareketi.com

KURD-KAV

Tarlaba?? Bulvar? Çorbac? Sk. No: 13 Taksim / ?STANBUL / TÜRK?YE

GSM: 0.530.821 00 62 / TEL: 0.212.237 10 61 / E-MA?L: kurdkav@gmail.com

Lotikxane – Stenbol

About The Author