Mesûdê me da bin dûvê Tirkan

Li Berlinê dê weledê xwe avêtibû. Ji çûk heta maçûk, çi Tirkê ku hebû wek garana gund berê xwe dabû Berlînê. Tew heta bi serokwezîr Kasimpa?alî jî hatibû hewarê.
Ji serê xwe heta bi lingê xwe bi sor û sipî xemilandibûn. Tew ji xwe hinekan li ser qûna xwe jî nivîsandibûn „TURKÎYE“. Li xwe bawer bûn. Digotin „Alman kî ne lan, emê wan di nav golan de bihêlin û tirrê ji wan berdin“.


Lê hesabê wan û sûkê li hev derneket.

Dema lîztikê dest pê kir, te digot qey lîztikvanên Tirkan nanê bê xwê xwarine, te digot qet kermê?an bi wan vedaye,  sergêjayî li wana çêbûbû. Almanan wek mirî?ka gêj anîbû serê wan.
Tistê ku lîztikvanên Tirkan nikarîbû bikira, alîgirên wan dikirin. Her ku gok digihi?te lingê Mesûd Ozîl, alîgirên Tirkan jê re difîkandin û wî protesto dikirin.Lê vê lotikê qet bandor li Mesûd nekir, berovajî bêtir Mesûd har kir û gola xwe jî avêt, heta bi qurmik di wan de bir.
Ez serê we neê?inim, yek di nav ?eq re, sê golên qerase xistin Tirkan û ji wan re gotin Auf wieder sehen, ew pa?ûpê li kerê siwar kirin û ?andin malê.

Pi?tî lîztikê dinya li dora serokwezir Kasimpa?alî zîvirî û cêrek ava cemidî bi ser serê wî dabû. Rebeno li hatina xwe polî po?man bû û  got: „ Li min û dê û bavê min heram be ku di jîyana xwe de carek din ez neyêm Berlînê“.

Werhasilî kelam, pismamên me yên Alman tirrên Alamanî ji Tirkan berda û doxîn li wan ?emitandin.

De xwedê xêra Almanan qebûl bike rebbî….

About The Author