Juni 5, 2023

Xwezî ez li ?ûna te bûma

Camêrek Cûlemêrgî ji xerîbîyê diçe bajarê Wanê. Li bajarê Wanê xanîyê xwe emanetî kirêcîyê xwe kiriye. Kirêcî jî ji ber pirbûna muhrîyan (mûrî- gêrik) dîkek  (kele?êr ) û pênc mirî?kan dikire û berdide nav baxçe da ku mihrûyan bixwin û mihrû kêm bibin.

Rojekê yê Cûlemêrgî li eywana midbexê rûni?tî ye. Ji alîyekî qahwa xwe vedixwe, ji alîyê din jî li dîk û mirî?kan tema?e dike.

Dîk serê her çend deqîkan bang dide, pîkolê dike û li mirî?kekê suwar dibe. Û dîsa pîkolê dike û dike „kî kirî kîîîî .“

Dilê yê Cûlemêrgî bi halê wî disoje (di?ewite) û ji dîk re dibêje: “ Êêêêê, ma çima na bavê min,  kêyf kêyfa te ye. Pênc jinên te hene û yek ji ya din xwe?koktir (xwe?iktir) e . Ez belengaz û rebenê xwedê lêre (li vir) tinê mame. Ne min jin heye, ne jî zarok. Xwezî ez li ?ûna te bûma û tu li ?ûna min.