?ar dûr e lê mi?ar ne dûr e

Nûman Kûrtûlmû? efendî nav û amblema partîya xwe e?kere kir û lotikek avêt. ?ikir ji xwedê re, partîyek din li Tirkiyê zêde bû û rojev germ bû. Navê partîya Nûman begê jî HAS (Partîya Dengê Gel) e.

Her partîya ku derdikeve meydanê berê behsa demokrasî û mafê mirovan dike. Ma Nûman Kûrtûlmû? ji vê kêm dimîne? Na canim, ew jî di rêbaza partîya xwe de behsa demokrasî, mafê mirovan û azadîyê dike. Emê bibînin lo, ?ar dûr e lê mi?ar ne dûr e. Helbet ti?tek ve?artî namîne.

Di bernama HAS partîyê de tê gotin ku “Insan bi nîjad, reng, cinsîyet, ziman, dîn, nezheb, fikar, welat, rew?a civakî û aborîya xwe çi dibe bela bibe, mexlûqatê e?ref e. Ji ber vê, esasê meselê insan bi xwe ye, insan ji dewletê jî pê?detir e.”

Û di rêbaza partîyê de jî armanca partîyê wilo hatiye nivîsandin: “HAS partî ji bo rêberîya dinyayek ku herkes tê de jiyanek bi xîret bijî, dinyayek ku zilm û xwînmijî tê de tunebe, dinyayek ku mafê mirovan tê de serdest be, dinyayek ku tê de azadî û edalet, a?tî û bratî hebe, kar dike.”

Ê welle bavo xwe? xeber e lê me ne bawer e. Ma kîjan partî van ti?tan nabêje û naparêze? Û di emelê xwe de? Di emelê xwe de jî nikarin sînorê Tirkayetîyê biçirînin û di nav wan sînoran de diteqinin.

Welle cîgerim Nûman, heger tu li gotinên bername û rêbaza partîya xwe xwedî derkeve û wan gotinên germik û nermik têxe jiyanê, belkî em ji te bawer bikin û silavekê bidin te. Na heger tu jî wek partîyên din bi navê bratîya îslamê çewalan têxe serê Kurdan, ji xwe emê fatîhayekê li ser te û partîya te jî bixwînin û xelas…

 Enqere

About The Author