Diyarbekirî ruhnîya çavên wan e kuro!

 Her ku hilbijartin nêzîk dibin, partîyên dewletê û partîyên nîjadperest lotikên bergîlkî davêjin û Kurd li ber dilê wan ?îrîn dibin. Partîyên ku dijminê riknê milletê Kurd in, partîyên wek CHP û MHP, berî hilbijartinan Kurd tên bîra wan û dixwazin bi çend derewên girover Kurdên ehmeq bixapînin, li wan siwarên û çend rayên zêde bistînin.

Partîya Dew?îrmeyên Tirkiyê CHP lotikek avêt û serokê wê gundî Kemal hat Amedê, çend derewên girover kirin û vegeriya axurê xwe yê Enqerê. Îcar jî dor hatiye Partîya Seg û Keftarên Tirkiyê MHP.

Alîkarê Sekreterê Gi?tî yê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) û Parlemanterê MHP yê bajarê Ruhayê Muzaffer Çakmakli, di derheqê doza KCKê de got: “Doza KCK ?ermek mirovahiyê ye. Ew doz, dozek bê sedem e. Heger sûcdar bin cezayên wan bidin û heger sûcdar nebin jî serbest berdin. Ji xwe pirrê wan ?aredar in ne mimkûn e jî birevin. Girtina wan, zilmek herî mezin e” û yanî qa?o xwe li ber dilê Kurdan ?îrîn kir.

Ê helbet canim, ji hilbijartinê re çend meh mane, ma wê çima neçirîne û nedirîne!

Oxlim bi van gotinên girover jî têr nebû û dibêje:” Emê li Diyarbekir û li Mêrdînê mîtîngên xwe çêkin. Wê serokê me Bahçelî bibe mêvanê ?erefê yê Diyarbekirîyan. Ez zanim ku wê brayên me yên Diyarbekirî wek brayê xwe pê?waziya Bahçelî bikin.Diyarbekirî ruhnîya çavên me ne” û pêde çûye.

Diyarbekirî ruhnîya çavên we ne ha?

Ez di jina derewîna nim heger rast e!

Ma law Diyarbekirî kengî bûne ruhnîya çavên we heta go îro bibin ewladim?

Law Diyarbekirîno, xwelîserno!

Va MHP î dibêjin hûn ruhnîya çavên wan e,  law tiliyên xwe têxin çavên van teresbavan û wê ruhnîyê di çavên wan de biteqînin oxlim, ma hûn mirî ne cîgerim!

Werhasilî kelam, MHP dixwaze li Amed û Mêrdînê mîtîngên mezin li dar xe. Welle bi namûsa mêrê berê, heger namûs di bêvila Amedî û Mêrdînîyan de mabe wê rê nedin wan teresbavan. Na heger namûs bûbe bexdûnis û bêvila wan ne?ewite, ji xwe wê MHP jî wek CHP li Kurdan siwarê û hûn sax….

Amed

About The Author

2 thoughts on “Diyarbekirî ruhnîya çavên wan e kuro!

  1. Ma tisteki eceb maye loooooooo
    Ev bu cend sale ku em eyni flimi temase dikin.Kengi hilbijartin nezik bibe.
    Bebaven nijadperesten tirkan bi hisse milete kurd dilize.
    Hinek kurde xwefiros dide pesiya xwe u sere kurda trevlihev dikin.
    Ma hin ne doh bu CHP qala itifaka bi BDP re dikir. eceb nebinin ku MHP ji sibe qala itifaqa bi hinekan re bike
    Cawabe di referanduma Makzagonede itifak kiribun.

  2. eeeeeeeeee normale ma c?ma kurd l? stenbol,?zm?r u antalya m?t?nge ced?k?n,ma ew c?ma l? w?r cenek?n..wayyyyyyyyy
    lawo lot?kxane ma demokras?yeye ewe weyyyyyyy,
    em kurd ?nsan?n j? ber we yeke d?we ferka me j? van bebawe hebe weyyyyyyyy

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.