Kî çi çîrok û çîvanokan dibêje bela bêje, heta roja qiyametê jî Kurd û Tirk nabin bra û nikarin li hev bibanin. Ne xwîna wan yek xwîn e, ne zimanê wan û ne jî lotikên wan. Tirk ji nîjadê dêlegura Asenayê ne û Kurd jî ji nîjadê Arî, ji nîjadê Ristemê Zal, Kawa, Ferîdûn û Keyxusrew in. Ma cewrên Kawayê hesinger û cewrên dêlika Asenayê karin bibin brayên hev kaka? Naaaaa!
Axir, li ser bextê zinêkar û Beko Ewanan be, dibêjin zanîngeha bajarê Mersînê anketek qerase li ser jiyana Kurd û Tirkan çêkiriye. Di anketê de e?kere bûye ku roj bi roj Kurd û Tirk ji hev dûr dikevin, roj bi roj zêdetir li ber çavên hev re? dibin û her ku diçe Kurd û Tirk naxwazin bi hev re bizewicin.
Ma ka ji vê xwe?tir û bixêrtin gelî xwendevanan? Ma law gur û mîh karin bibin brayên hev babam? Kuro bi ?e? telaqên jinberdanê, çilo insan û heywan ji hev dûr bin, cewrên Kawa û cewrikên Asenayê jî ewqasî ji hev dûr in lo, wey!
Ez serê we neê?înim, roj bi roj encamên anketên xêrê e?kere dibin. Kurd û Tirk sînorekî sor dik?înin navbera xwe û Kurdên xwelîliser ji xewnên „bratîya sexte“ ?iyar dibin, vediciniqin.
De li ser xêrê be rebbî..
Mersîn


“Partîya Ez Bikutim Bratîya Gelan” pîroz be
Oxlim dîsa verşîya
Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok!