Daxuyanîyek ji Komîta Şerê Taybet

Ev çar sal in me serokê xwe wek ronîya çavên xwe, di bin lihêf û doşekan de vedişart. Hinekan digot “serokê Demokratîk Lotikxane Partîsî cin e”, hinekan digot “na pîrebok e, nayê dîtin” û hinekan jî digot “na wele sererd û binerd e, wek mirêka erd û ezmên e”.  Lê generalê eşîreta Avestakurd Dilbixwîn Dara, wek Qomser Qolûmbo dabû dû serokê me û şopa wî digerand.

Piştî ku belqîtîyê Dilbixwîn serokê me di kuçe û kolanek teng de zeft kir û bi dek û dolabên Osmankî ew xist xefikê, bi tehdît û şantajan hevpeyvînek qerase pê da kirin û serî li malper û partîya me gerand. Xwedêhişto serokê ku me di bin lihêf û doşekan de vedişart û ji bo me ji xwarina goştê mirîşkan jî bi qîmettir bû, eşkere kir û tew wêneyê wî jî belav kir, ew kir armanc û hedefa sîxur û ajanên sererd û binerd.

Piştî weşandina hevpeyvînê bi çend seetan, serokê me yê sererd û binerd ji alî kesên çarçefkirî ve hat revandin û me şopa wî winda kir. Li gora ku hinek ji sîxurên me ji derdorê bihîstine, dibêjin xwedênehiştan serokê me revandine Somalî yan jî Kenyayê. Hinek jî dibêjin wê wî ji Kenyayê bibin girava “Granada” û wî li wir bikşînin îfadê. Li gora ku ajansa me ya îstîxbaratê “Lotikleaks” bi dest xistiye, dibêjin li girava Granadayê girtîxaneyek baybet ji bo serokê partîya me çêkirine û girtîxane ji alî pênc  hezar tîmên baybet ve tê paraztin.

Ji ber van sedemên jorîn û ji ber hêsîrketina serokê me, ji îro û pêve gotin û daxuyanîyên serokê me malper û partîya me girê nadin. Wê Demokratîk Lotikxane Partîsî ji îro û pêve ji alî “Komîta Şerê Taybet ” ve,  ji alî çawîş, başçawîş û generalên wek Pîrkemal, Sofî Xelef û Xaltîka Fatê ve bê birêvebirin.

Em revandina serokê xwe şermezar dikin û qûna dijminên Lotikxanê bi şîşek sor dax didin.

Heta daxuyanîyek din bimînin di nav lotik û zîtirkên germ û nerm de.

Bi navê Komîta Şerê Taybet

Sofî Xelef

About The Author

11 thoughts on “Daxuyanîyek ji Komîta Şerê Taybet

  1. Wele vêca ev xeberik nexwes bû. Hêvîdarin ku serok li ber xwe bidê û doza me lotikxanecîyan bînê ziman. Herweha ez bangî hemû lotikxanecîyên welatparêz dikim ku li pist serok bisekinin û wî di destê dijminan de bi tenê nehêlin û daxwazê ji raya gistî a dinyayê bikin ku zextê li dijmin bikin ku odeya serok ji 12 metrekarê mezintir bê. Ji ber ku mahneya her centîmetrekê karê bibê sersebebên gelik tistên xerab…

  2. Qe tatêl mekin Lotikxane xwendegeheke kes nikare seroka li me bi qedîne yek biçe planê A,B,C…X,W,Q heye wê bikeve dorê hûn rehet bin .

  3. ci zilame lo dilbixwino min ji ber te neveribi li hannover bigerim te ambargo danibu ser mi, te ji ser bazdabu te ci kir dilo xeyfa biridar delal suret biter girtiyi

  4. Bavê mino rihê mino jiyanekem tu xwedê Xwedê tevlî vê neke! Ma xwedîderketin û pesindana xebatên hevdu guneh e! Li ser van malperan kesî çêrî kurdan nekiriye û tenê ji bo rûmet û serbilindiya wan bi qasî dikarin xebatekê dikin. Hema bila pesnê hevdu jî bidin û hevdu bikin man?êt jî, wê çi ji me kêm bibe yan jî li me zêde bibe…

  5. Hema bi 7 newal quran ku ti?tek bi serê serokê Lotikxanê, û Xortê Nisêbînî bê. Emê heyfa xwe ji Efrinîya hilîn in û yek darê zeytûnê nahêlin. Ma revandine serokê me ewqasî hêsane.
    Lê dibêjim Dara heneka dikî, ji ber ku ew jî zavayê Me Nisêbînîya ye. xwî?ka ma nahêle ku ti?tek bi serê Serokê me bê.
    Bi Can ,Bi xwîn Em Bi Te re Ne, Ey Serokê LOTIKXANÊ

  6. Gelo bo ci hûn nêrînên me sansur dikin!!!!!!!!!!!!!!!!!!!
    Hûn her tishtî li ser PKK dibêjin û dijminatiyê weke Tirko û Zirto dikin, cima hûn du gotinên me radikin??????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????????

  7. Birêz Jiyan
    Her ti?tî xelet fêhm nekin û ji bin xwe ne ?il bin. PKK li ser navê te ne tapokirî ye. PKK partîya me ye jî. Emê pesnê wê jî bidin û wê rexne jî bikin. Bizanibe ku kesên tenê li çepikan dixin, ne dostên PKK ne. Vê ji bîr meke. Madem tu naxwazî em ?iroveyên te sansûr bikin, ji kerema xwe xeber û dijûnên dûrî exlakî meke. ?irove û rexneyên xwe bike, kes destê te nagre. Lê ku ?irove û rexne bûn xeber û dijûn, nabe.
    Lotikxane

  8. bila serok lêbûrînê ji Re§ê Efrîka ûbixaze û êrî§a bênê Ser me lotikvanan belkî azad bibe

  9. Hêvîdarim ew di Granadayê nebe emirqûlîyê û xulamê genaralên Millî Genareller Shorbesî… Bila wek mêra di berxwe de bide nebêje xalanê min Granadayîne…

    Bila bä zimanê xwe bipeyive û ne bi zimanê Granadayî. Bila zimanê Lotikistanê daxwazan bike û doza Serxwebûna Lotikistanê bike. An jî mirov cawa li hefsê emir bide xelkên xwe‘ ew jî ecêba xwedê ye haaa.

    Yabo em ci bikin xelk fêm nakin û dibêjin kerametê wî hene… De xwedê wî ji ser serê kêmaqilan kêm neke… AMÎNNNNN

  10. nameyek ji (Demokratîk Lotikxane Partîsî ) bu (Dilbixwin Dara) 24 saat derfet bu we seroke me azad biken

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.