Bi zimanê xwe karibin!

Me be?ê ?iroveyan vekir ji bo ku xwendevan karibin bi serbestî dîtinên xwe bêjin û ?iroveyên xwe bikin. Lê mixabin hinek ji xwendevanên me ?irove kirine wek lîztika zarokan, hem xwe û hem jî me pê dê?înin. Me berî niha dîsa bala xwendevanan ki?andibû ku li ber zimanê xwe binerin û bi ?iroveyên ne li rê (bi taybet gotinên wek xeber, dijûn, dijûnên seksî û wekî din) Lotikxanê neherimînin, qîmetê wê nexin.

Her kes di dîtin û ramana xwe de azad e. Kare bi serbestî ?iroveyên xwe bike. Lê divê ?irove ji sînorê xwe dernekeve û nebe wek  ?irove û gotinên kuçe û kolanan.

Hinek xwendevan dibêjin ku „?iroveyên me tên sansûr kirin“ filan û jehr û ziqûm.

Helbet emê sansûr bikin bavê min, Lotikxane ne bêndera bêxwedî ye ku herkes hespê xwe tê de bibezîne û çi bê ber devê wî tê de bêje. Madem hûn naxwazin ?iroveyên we bên sansûrkirin, berê bifikirin û pi?tre ?iroveyên xwe bikin.

Ev cara duyem e ku em balê dik?înin.

Lê cara sêyem em mecbûr in be?ê ?iroveyan bigrin.

Ji kerema xwe me jî û xwe jî neê?înin.

Lotikxane

About The Author

6 thoughts on “Bi zimanê xwe karibin!

  1. Her hebin, dest û dil we xwe?.
    Bi rastî jî mirov gelek caran aciz dibû ji wan nivîsên eletew? û tije çêrên zêde û naxwe?. Ez bawerim gelek zirara wan nivîsan çêbûye li ser xwendevanan de. Dema min 4-5(!) sal berî niha ev malperê dîtibû ji ber nivîsên gelekî xerab û ji derveyê qerf û henakan ez demekî kurt neketibûm ji malperê. Lê dûr ketin bûbû wek xerîbiyê û ez dîsa dest bi xwendina malperê kiribûm 🙂 Lê mixabin nivîsên eletew? hin caran berdewambûn, min jî carekî bala we kê?andibû ji bo rast nivîsandina kurdî ya ?îroveyan, lê mebesta min a we?artî peyvên naxwe? bû wê çaxê 🙂

    Spasî we dikim ji bo hi?yariyê û hêvî dikim ku her kes hay ji nivîsandina xwe hebe.

    Lotik bi kurdî xwe? e yaw. Bê lotik nemînin 🙂
    Em bendê ne, ku qet nebe li ewropayê ?ahiyekî ji bo malpera lotikxane bête li dar xistin. Heger li welat be bêguman xwe?tir e, bo mînak di dema Newroz ( ê gelek derdoran jî serçavan e) û gelek festîvalan de an jî dema nî?andina filîmên bi kurdî (ku jixwe pir kêm in) de divê lotikxane xwe nî?anê gel bide wîîî, an jî taybet hin demjimêran de pê?angehek a ji karîkatorên xwe veke û hê gelekên din dikare bête kirin.
    Erê, ez dizanim! Helbet pere divê û mirovên xebatkar divê ji bo ewqas cihan de lotikan bê avêtin. Ji bo wê jî rêxistinbûna nedîtbar û bêhempa divê bête kirin. 🙂 teW!! me welat xilas kir îcar ev rêxistinbûna mezin ma 🙂
    De neyse em ê bi hev re çareyekî bibînin.

    Dem û wextê we xwe?….

  2. Welle birê min jixwe ez Lotikxanecî me, tew jina min ji loma li ber chavên min buye qetran. Carina ji ber vê eshqa min ya mezin pelula kelandî jî bi serê min da dirijîne, henekên xwe li min dike.
    Em wein ser meselê. Welle ez nizanim ku kê bi shîroveyen xwe Lotikxane aciz kiriye cîgerlerim. Ez bi xwe heta niha jî ji hemu shîroveyên bergîlkî memnun bum u ha ha kêf kêfa min bu ellawekîl.
    Ku Lotikxane ev besh rakir, dê Lotikxane rehê xwe yê jiyanê bibire, teng bibe, hishk bibe, dê ji henekbaziyên kurdên ku li her derê cîhanê belav bune, mehrum bimîne u di nav zimanê kurdî da pêshketinên nermik u germik neke. Dê ziman tenê qalibê xwe da bicemide u bisekine. Ziman bi dan u standina evdalên xwedê gesh dibe. Tishtên ku îro wek dijun tên qebul kirin, sibeh wek dijun nayên qebul kirin. „Heqqê“ Lotikxanê tune ku di bin vê barê mezin, giran u netewî da xwe li gor hinek qeyideyên exlaqî tevbigerîne. Ji ber ku exlaq tishtekî abstrakt e, herdem digure u dikeve qalibeke nu.

    Careke din dubare dikim, ez bi ji hem shîrovayên ku heta nha hatine kirin u min xwandine, ez memnun im u spasdarî wan kurdên qerase yên bi kurdî dikim. Spasdarî Lotikxanê me ku hemu ew qeraseyên hanê di bin sivînga xwe da gihandiye hevdu.

  3. Wellehî ez jî tevlî birê min Jujî Charhêlik dibim. Nabe ku Lotikxane seba kêchekê lihêfa xwe bisotîne hevalno.
    Yaw de bila kesek jî tirr u fisan bike ha. Yanî niha em jî nola kurdên me seba mirîshkekê hevdu bikujin, waweylêêê.

  4. Aha babam, Lotikxane rabuye ser tapanan dînime îmanime. Yaw kê cîgerim Lotikxane tehdîd kir qurbanino?

    Ê ma shekirno, di nav salekê da em bibên kesekî ji vir u wir da hinek tishtên berdîberdayî kir, em chi bikin yaw. Bila jî bike birê min.

    Ma chima ajanên Lotikxanê tirre ji wî kafirî bernadin hi? Bi xwedê hêdî ajanên Lotikxanê karê xwe bash nakin ellawekîl.

    Binêrin yaw, ez jî dibêjim heyatim Jujî Charhêlik tishtên rast dibêje. Divê Lotikxane xwe aciz u maciz neke u bi bivirê xwe rehên xwe u yên zimanê kurdî nebire.
    Mîna Demîrelê tirkên dolheram digot, „tishtên din teferruat in“ cîgerlerim.

  5. Ê law chi buye, ku me carekê got Lotikxane sensurê dike babam, wîîî.

    Bavê min, pisîkên heram ha ha hêrîshî ser kozikên me dikin, em tenê carekê jî giliyan li xelkê alemê nakin ellawekîl, wek mêrxasan sher dikin kuro. Aha xwedê shahîdê min e, me hê doh mishkê bi didanên chakuch shehîd da yaw. Qerdashim stresa me ne tu stres e, weyyy. Mesela tenê carekê be jî xaltîka Fatê li ser halê me mishkên bê derpî gotareke bi pizot nenivîsiya u serê dijminên me nekir k… wan (de bila heyatim Lotikxane u bashchawîsh hers nekevim lo. Ez ji chavên wan yên reshik u simbêlên wan yên qeytan u mîlîtanî bi hesret pach dikim welle).

    Bi soza mishkê chê, ez hêdî nabêjim ku Lotikxane lotikên sensurkî li me dixe babam.
    Yaw sayin bashchawîsh, yaw bi xwedê were em carekê bi hev ra qedeheke bergîlkî vexwin, mista xwe li ser masê bixin u vî îshî ji bin va hal bikin lo ;-).

  6. Hahooo, dinê alem li ser mîlyaran, li ser dewlemendiyên ser erd u bin erdê ketine qirika hevdu, ha ha tirrê ji hesht ejdadê xwe berdidin, em cîgerim kurd jî ji bo gotineke berdîberdayî „Te sensur kir oxlim! Min nekir lan! Bikim chi dibe hi?!“ filan u fistan hevdu nerm dikin babam.
    Welle ev shorbe nayê xwarin lo.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.