Sersala mîladî hat û Kurdên me dîsa dest bi ?andina peyaman kir. Bi taybet ?aredarê Colemêrgê kekê me Fadil Bedirxanoglû di vî warî de lotikek xwe? avêt, ziravê serokkomar û serokwezîrê Tirkiyê qetand.
Bedirxanoglû, bi minasebeta hatina serê salê, qertek pîrozbahîyê ji herdu rayedarên dewletê re ?andiye û li ser bi Kurdî nivîsandiye “Sersala we pîroz be!”
Li gora saloxdanên sîxurên me yên li meclîsê, dibêjin gava qert ketiye destê herduwan, ziravê wan qetiyaye û qotine qey terorîstan bombeya jehrîn ji wan re ?andiye. Pi?tre gava yawerên wan name vekirine û dîtine ku qert e û li ser bi zimanekî nenas (!) “Sersala we pîroz be” nivîsandiye, ji qidûm ketine û hema hema derpî jî dagirtine.
Welhasilî kelam, Fadil Bedirxanoglû lotikek Kurdewarî li Erdogan û Gul xist.
Seeta wî xwe? û destê wî sax be…
Colemêrg
Alî Çeven dar xist kuna wan, wî bi tenê nehêlin
Sîroglû got Kurdistan heram e
Gelo wê aqûbeta bavpîrên me bê serê me?