Aygan tilî xist çavê Osmên

Pi?tî brîndarkirina Îbrahîm Tatlises, her kes ji alîyê xwe ve hinek cîyan destnî?an dikin û dixin stuyê filankes yan bêvankes. Bi ser ku qesasên brîndarkirina Îbo hatin girtin û li xwe mikur hatin jî (Abdullak Uçmak û grûpa xwe), polîsên Tirk niha bi dû de ye ku têkilîya Abdullah Uçmak û KCK derxe holê.

Di vê derbarê de kevneendamê JÎTEM û îtîrafkarê PKK Abdulkadîr Aygan, ji Ajansa Nûçeyên Cîhan (CÎHAN) da zanîn ku kesên bûyera li Re?adîyê pêk anîne û kesên ku xwestine Îbrahîm Tatlises bikujin heman kes in û grûpa Osman Ocalan in.

Aygan balê dik?îne ser vê yekê ku bi brîndarkirina Îbo, ev grûp dixwaze çavê siyasetmedar, rew?enbîr û hunermendên Kurd bitirsîne da ku ew venegerin Kurdistanê û nebin sedemê parçekirina deng û rayên BDP.  Aygan dibêje ku bi vê kiryarê ev grûp dixwaze ku hikûmet ji PKK û Ocalan pêve kesekî din wek mixattab qebûl neke û xwestiye çavê mixalefeta Kurd bitirsîne.

Werhasil, xêr û guneh di stuyê Abdulkadîr Aygan de be. Aygan ?ik û gumanan dike ku Osman Ocalan weke ku ji PKK veqetiya be xwe nî?an dide, lê di bingeha xwe de veneqetiyaye û ev grûpa ku van çalakîyên terorîstî dike, girêdayî Osê ne.

Ez serê we neê?înim, her kê Îbo brîndar kiribe û xwestibe wî bikuje, ez di xalekê de bi Aygan re me. Çavtirsandina mixalefeta Kurd.

 Ez bi ?a?ika xalê xwe Sofî Xelef kim, çavtirsandina mixalefeta Kurd sedî sed rast e.

Êêêêêê, gava cîh li pisîkê teng dibe çi dike?

Neperû?kan dide, xwe hildiperîne nav ser û çavê meriv. Ez dibêjim wek mesela pisîkê cîh li hinekan teng bûye, we go çi?

http://www.netgazete.com/News/767424/aygan_tatlisesi_resadiyeye_saldiranlar_vurdu.aspx

About The Author