Hema îmze bike û xelas cîgerim!

Dibêjin rojekê du kesên Helexî (helex gundekî derûdora Mêrdîn û Midyadê ye) bi rê ve diçin. Bi rê de strî dikeve lingê yekî ji wan û qarînî pê dikeve. Radibe ji hevalê xwe re dibêje:”Peeekkkkkk, kuro xwedê teala çawa ev strî tûj kirine law. Bi sed hezaran strî hene, çawa wext dîtiye ku wan tûj bike?”

Hevalê wî lê vedigerîne: “ Kuro ehmeqo, ma xwedê teala ketiye ber wan û ew tûj kirine, hema bi carekê gotiye tûûûûûjjjjj û tûj bûne”.

Îcar ev jî mesela me û wezîrê Tirkiyê Be?îr Atalay e.

Be?îro di kanala NTV de çi bêje ba? e?

Dibêje:

Gundî bi daxwaza vegerandin an guhertina navên gundên xwe karin biçin referandûmê. Gava bi referandûmê qebûl bû, ew karin bi nameyekê serdana qeymeqam bikin, qeymeqam wê nameyê ji walî re bi?îne, walî jî wê nameyê ji min re bi?îne, ezê jî îmze bikim û mesele safî dibe“ filan û fîstan.

Olan oxlim, ma tu wek ê Helexî jî biaqil nayê cîgerim?

Hema ji niha ve daxwazên gundîyan îmze bike û xelas, ma hewceyî qeymeqam û walî ye? Hema tu jî bêje „îmzeeeeeeeeeeeee û îmze“ û mesele safî dibe, ma emê ji ku li benda referandûm û biryara qeymeqam û walî bin babam, wî!

Kurdistan

About The Author