Xêro Ebas ev çiye
Te mêjyê xwe xwariye
Gelo te ji me pirsiye
Ew serokê mey çiye
Ma ev gotin hewceye
Çi tirs û koletî ye
Serokê Kurdan heye
Ew Berzanî bi xwe ye
Lê Be?ar ji bo te ye
Karê me pê tineye
Em sê milyon li roj ava
Ji Dêrik heya zorava
Ew me dixin bin çava
Pêl me dikin her gava
Bi qundera û pêlava
Ji wa nakin lava lava
Çimkî Kurd in em hene
Ji wan re ne kole ne
Ma tu ne ji vî gundî ye
Ew basîkê ?ovîniya
Gelo te ji bîr kiriye
Nasnama me biriye
Kemberek Erebî ye
Li dora me girtiye
Li Cezîrê daniye
Zagona çil û niha (49)
Diho nûka daniye
Biner li halê me Kurda
Tevda mirin ji derda
Li bin rêjîma Baasiya
Me rojek xwe? nediye
Tev ezyet û girî ye
Îro pesnê wî nede
Ew serok be ji bo te
Sed pîroz be li bejna te
Neaxive bi navê me
Hewar te ji bîr kiriye
Va zarokên li riya
Ti bijmêre girtiya
Va ?ehîd û ku?tiya
Penaber û birçiya
Ev çi ala Sûriye
Te ji mer ji ku anîye
Rengê ala min heye
Kesk û sor û sipî ye
Rengê zer lê hatiye
Ev ala me gi?tiya
Xêro Ebas ev çiye?