Te çend ku?tine?

  Bado gava ji Kurdistanê hat Swêdê û li wir bextê ramyarî xwest, polîsên Swêdî, wek adetî ye, pê?î hinek pirsiyar ji wî kirin.

    Sal destpêka 1990î bû û li welatê me, ?erekî giran hebû. Ji ber ku Bado ji navçeyek têr?er, ji navçeya Botan hatibû Swêdê, li jiyana xwe ya borî, gelek ku?tin û birîn dîtibû. Loma ji hinde kûjan, ku?tin û birîn jê re normal dixuya. Hevalên wî yên ku di buwarê bicihbûna wî ya li Swêdê û di buwarê rew?a wî ya ji bo bextxwestina ramyarî, gava jê re bûbûn alîkar, bi taybetî jî li ser vê yekê rawestiyabûn û ev jê re gotibûn:

    – Bado! Dema polîs ji te ti?t pirsîn, pir behsa ku?tinan meke ha! Yan na bextxwaziya te napejirînin! Ji ber ku polîsê Swêdê û dewleta Swêdê, xwedî toreyek nerm û a?tiyane ne. Gava ?ik bikin ku mirov bi karê ku?tin û mirinê rabûbe, yekser mirov bi ?ûn de di?înin. Bila tu ba? hay ji vê yekê hebî heyrano.

    Bado bi van agehiyan, li ber polîsan rûni?tibû û polîs ev pirs jê dipirsin:

    – Tu ji Kurdistanê yî, ne?

    – Belê ez ji Kurdistanê me.

    Polîsê pirsker li wergêr nerî û bi ?êweyekî taybetî serê xwe hejand û pa?ê jî, hema yekser wisa ji Bado pirsî:

    – Ba? e, ma te çend ku?tine?

    Bado mirovekî dilvekirî bû, çi car ne dixwest di bin gotinek nerast de vezele. Loma wisa li polês vegerand:

    – Birako, tu bêjî deh, hema ez ê bêjim te hindik e!

Pi?tî ku wergêr van peyvan zivirand, polîs:

    – Ma rast e?

    Bado lê vegerand:

    – Rast e lê! Ma qey ez derew dikim?

    Pa?ê Bado bi her du destên xwe nî?an da ku wî çawa ew kes ku?tine û ji polês re wisa got:

    – Min kêr da ser stuyê wan û min ew mîna mih û berxan tev gurandin!

    Polîs hingê tê digehî?t ku Bado ji pirsa ku?tinê pir dilteng bûye. Lêbelê dîsan jî ev pirs jê pirsî:

    – Ma çawa mirovên weke te qenc, hevni?înên xwe, hevwelatiyên xwe dikujin? Ma ne divêt em tev wek mirovan bi hev re bijîn?

    Bado berê xwe da wergêr û vê bersiv da:

  – Birako! Jê re bibêje, ez bi te re me. Lê vê jî jê bipirsê û bibêje: Heger hêz û quwetek biyanî bikeve nav axa welatê te û ev hêza biyanî tev van fabrîk û kargehên we yên dewlemend ji xwe re vebigre, van gund û bajarên we yên delalî tev bike bin destê xwe, mirovên we yên delalî tev wek pez û sewalan ji cîh û warên wan biajo û ?ikenceyên kesanedî bi wan bike, wan bikuje, ma hingê tu wê kesî nekujî?

   Bersiva Polês:

    – Ew hingî dikeve parastina azadiya welêt û ew ji bêgaviyê ye. Gava welat hatibe dagîrkirin û ?er, herb

bibe, hingê mirov dikare vê bike.

    Bado:

    – Ma yê me ji ber çi ye Xwedê jê ne raziyo? Ma qey yê me tev ji ber kêfê ye? Ma qey em jî wek dunya û alemê ne mirov in? Ma qey Tirk bi mêvanî hatine welatê me?

    Pi?tî vê bersivdana bi vebirî, heyamekê deng ji polês nehat. Ji lewre ev bersiv, wek welatiyekî Ewrûpî, yê ku ji gel? û pirsgirêkên millî yên li Rohilata Navîn û bi taybetî jî ji pirsa Kurdî têra xwe haydar, li nav mejiyê wî ba? cih girtibû.

About The Author