Me ev ecêb jî dît, Ocalan Barzanî kir endamê Gladîoyê

Serokê Kurdên dinya û axretê sayin Ocalan, vê carê lotikên kesanedî avêtin û di hevdîtina parêzerên xwe de, hikûmeta ba?ûrê Kurdistanê û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin endamê Gladîoyê (Ergenekonê).

Ne li ser bextê me be babam, li ser bextê ANF be. Li gora ANF ragihandiye, Ocalan gotiye ku „heger gavên berbiçav neyên avêtin, ezê di Adarê de xwe pa?de bik?înim“ (ev cara çenda ye xwe pa?de dik?îne nayê bîra min).

Ocalan dîsa gotiye:  „Em federasyonê naxwazin, konfederasyonê naxwazin, dewletek cuda jî naxwazin. Ji xwe dewletê bidin me jî em naxwazin. Em dixwazin di nav sînorên komarê de mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin û wek mirovên azad bijîn“ û daye navê.

Lê ya herî balkê? û kesanedî ev e; Ocalan behsa NATO û Gladîoyê dike û eynen wisa dibêje: „ Pi?tî derketina PKK, wê demê rêveberîya ba?ûrê Kurdistanê jî li dijî PKK tev li îttîfaka Gladîoyê kirin. Pi?tre Sûrîye û Îran jî daxilî vê îttîfaqa Gladîoyê bûne. Tê zanîn, berî niha NATO Xelata A?tîya NATOyê da Barzanî. Ev xelat jî têkildarîya vê tifaqê nî?an dide. Wêneyên Barzanî, Necatî Ozgen û hinek îtîrafkaran îspata vê têkilîyê ye“ û heta bi dema General Çevîk Bîr tîne. (Balkê? e, kesê ku li Îmralîyê serdana Ocalan kiribû dîsa Çevîk Bîr bû)

Axir, me gotibû ne li ser bextê me be, ji me derew û li ser bextê ANF û parêzerên Ocalan be.

Lotika balkê?tir jî ev e ku ba?qan Ocalan di derbarê endamên girtî yên Ergenekonê de rexne li xwe digre, li gotinên berê po?man bûye û dibêje: „Ez dixwazim rexnê li xwe bigrim. Hefteya çûyî min behsa vê mijarê kiribû. Min bawer dikir ku kesên ji ber doza Ergenekonê hatine girtin, li dijî çareserîyê ne, ?erxwaz in. Min bawer dikir ku bi operasyonan, tasfîyekirina wan kesên ku li dijî çareserîyê ne tê xwestin. Lê ez dibînim ku AKP zêdetir ew kesên ku de?îfre bûne tasfîye dike, bi alîyên ku de?îfre nebûne re hevkarîyê dike û Gladîoya xwe dadimezrîne“ û heta bi ciyekî endamên Ergenekonê rûsipî dike.

Ez serê we neê?înim, serokê Kurdên dinya û axretê sayin ba?qan Ocalan kek Mesûd Barzanî kiriye endamê Gladîoya NATO û Tirkiyê.  Îcar dora lotikan a hikûmeta ba?ûr û kek Mesûd e.

Ê de bersivê bide ha kek Mesûd!

Bêje kî endamê Gladîo û Ergenekonê ye em jî zanibin kaka!

Waweylê wey waweylê, wey waweylê Sofî Xelef

Wey weled Sofî Xelef, taba Xelef çû bertelef

Enqere
http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=38946

About The Author