Kero nemir buhar tê, pîrê nemir geya û pincar tê!

Xwedîyê dezgeha Aras kekê me Bedran Ehmed Hebîb, lotikek Erebkî avêt, Ereb û Erebî kir wek ?îr û ?ekir û danî ber Kurdan.

Hebîbê me dibêje: Bila êdî kes xweliyê neke çavên xwe û ne jî çavên xeynî xwe û berdewam nebêje Kurdî yek ziman e. Di rojevê de Kurdî bûye du ziman: Kurmanciya Jorîn û Kurmanciya Jêrîn“  û weke ku ti?tekî nû ke?if kiribe, me hi?yar dike.

Êêêêê kek Bedran, ev çend sal in qarewara Lotikxanê bû û digot: „Kurdî çû, ziman parçe bû, yekîtîya Kurdan têk çû, dijmin naxwaze Kurd bibin yek, ji ber vê nahêlin Kurmancî û latînî serdest bibe“ kesî bawer nedikir. 

Bedranê me pesnê alfabe û zimanê Erebên qûnre? daye û ew kiriye zêrê zer. Pi?tî ku behsa wêje û edebîyata kevnar a Kurdan kiriye û gotiye: „Wêje û edebîyata kevn a Kurdî hemû bi tîpên Erebî hatiye nivîsîn“, bawere ku alfabeya latînî li zimanê Kurdî nayê û ji ber ku kesên mîna Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Nalî, Hacî Qadir, Xanayê Qubadî û ewên din di dema xwe de bi alfabeya Erebî nivîsandine, divê Kurd tev bi alfabeya Erebî binivîsin û dev ji alfabeya latînî berdin.

Bibore kek Bedran, lê ev tam mejiyê Soranekanim e!

Ji xwe ma gellek ji nivîskar û rew?enbîrên Soranekanim jî heman lotikan navêjin? Ew jî xwe dispêrin heman ti?tî û dixwazin alfaba Erebî li serê Kurdan bikin bela. Xelet fêhm nekin, ne ji ber ku ji alfaba Erebî hez dikin ha, na. Ji bo ku 20-25 milyon Kurmanc asîmîle bikin, wan ji latînî dûr bixin û wan têxin bin bandora Soranî û alfaba Erebî û ji niha ve yekîtîya netewê Kurd têk bibin.

Kekê me Bedran Hebîb (hebîbê ber dilê alfaba Erebî) bi dewamî çi bêje ba? e?

Dibêje:“Sîstema siyasî ya Tirkiyê xwe diguhere. Mistefa Kemal berê xwe dabû Ewrûpayê, lê sîstema îro (yanî behsa AKP û Recebo dike) berê xwe daye welatên Ereb û îslamê. Ev jî nî?ana vê ye ku dibe rojek ji rojan zimanê Erebî berê xwe bide Tirkiyê, bi fermî yan nîv fermî li gel latînî bê bikaranîn. Ev jî wê di berjewendîya yekîtîya netewê Kurd de be“.

Ango, Bedranê me alfaba latînî di berjewendîya netew û yekîtîya Kurdan de nabîne, lê gava mesele dibe alfabeya Erebî, di berjewendîya yekîtîya netewî de dibîne. Mêro dîsa bi mejiyê Soranekanim fikiriye. Gava albafa latînî be, di xizmeta Kurmancan de ye û wê Soran pê asîmîle bibin, têkevin bin bandora Kurmancî û Kurmancan. Lê ku li Tirkiyê alfabe bû Erebî, aha wê gavê xwedê da wan. Wê Kurmanc bi xêra alfaba Erebî bên ser dînê Soranan, Kurmanc û Kurmancî têkeve bin bandora Soran û Soranî, alfaba Erebî.

Bedranê me dîsa lotikek Sorankî avêtiye û gotiye: „Ji bo neteweyekî divê alfabeyek hebe, ji bo Kurdan jî alfabeya Erebî zaf ba? e. Yekgirtina zimanê Kurdî berî hemû ti?tî ji wê de dest pê dike, Kurd vegerin ser zimanê Erebî. Ji bo yekgirtina neteweyî jî her ev divê. Eger bixwazin ev rastî ye, nexwazin jî ne kê?e ye, lê ji ber vê boçûnê bila agir bi kesî nekeve“ filan û fîstan.

Alfaba Erebî li te û li we pîroz û bimbarek be kek Bedran. Em Kurmancên bakur ji latînî razî ne kaka. Madem hûn 2-3 milyon Soranekanên ba?ûr dixwazin xwe li ser 20-25 milyon  Kurmancan ferz bikin û ferz dikin, madem we Soranî li ser Kurmancî ferz kir û ferz dikin, madem we  Kurdî kir du parçe (tu bi xwe jî qebûl dikî), dev ji Kurmanacan û alfaba latînî berdin canekem. Hûn li rêya xwe û em li rêya xwe. Bela Erebî û Erebên qûnre? li we û latînî û Tirkên qûnre? jî li me pîroz û bimbarek bin.

Yanî tu bawer dikî wê pi?tî vê seetê, pi?tî 70-80 salên latînî, alfaba Erebî li Tirkiyê bibe fermî yan nîv fermî kek Bedran? Tu bawer dikî wê Amerîka, Israîl û dewletên rojava dev ji berjewendîyên xwe berdin û bi rehetî bihêlin ku Tirkiye têkeve dawa Erebên bêderpî?

Kero nemir buhar tê, pîrê nemir geya û pincar tê!

De li bendê bin kaka, xewnan bibînin ku alfaba Erebî li Tirkiye bibe fermî yan nîv fermî û Kurmanc jî dest bi alfaba Erebî bikin, alfabe û zimanekî yekgirtî pêk bê û hûn ji bela latînî, Kurmancî û Kurmancan xelas bin…

http://aknews.com/ki/aknews/9/213072/

About The Author

8 thoughts on “Kero nemir buhar tê, pîrê nemir geya û pincar tê!

  1. Li ser dîtinên kake Hebîb yên di derbarê elîfbayê de, ez bixwe hembîrim. Rast goti ye! Ba$e madem Kemalizm biwe ne xwe$ e? Madem ti$ta hatibê serê me ji ber kemalizmê ye? Ba$e çima hun li mîrata kemalizmê dibin xwedî? Raste hun dê bêjin em li kû kemalizm li kû? Belê birayê min kurdên me yên çepgîr yên elewî yên islamiya-tirkî, bi zanebûn bi nezanebûn di mêjîyê xwe de û bi rabûn-û-runi$tina xwe hatine ser tayê kemalîzmê. Ma ne bi zorê $ifqe kirine serê me de? De herin $ifqê ji serê $ernexiyan an ji serê botî û midayidan derxin!!!!! Ma ne bi zorê tirkî kirine devê me de? De werin ji devê me derxin! Ma ne bi zora dewletê kerxana yekem li Diyarbekirê vekirin? îro gellek kes li Diyarbekirê bi navê kurdîtiyê xwedî li qunderî û nermokan derdikevin.
    Birayê hêja kemalîzmê kurd xesandin û wekî xwe lêkirin, lewma nema ji me ditirsin û minneta jî ji mere nakin! Lewra dizanin em wekî wan lê hatine, vêce bo çî ji yên wekî xwe bitirsin?!
    Lê ez ne digel kaka Hemîdim dema dibêjê kurdî bûye 2 ziman. Eve ne di berjewendê netewa kurd de ye û dê malê li soranan jî xirab bikê! Jixwe bi navê soranî zimanek qet ne bûwe, soranî û sorancîtî bi hatina Ingilîza ve pabende, di damezrandina Iraqê de û bi fermîkirina zarê soranî, pîlanek ji pîlanên dijminan bû, bi taybet destê kemalîzmê têde heye, da kû kurdî pê$ nekevê û kurdên kû dibin lepên dewletên dîn de mayin mifayê ji azadiya(!) kû ji kurdên soran re hatî dayin ne bînin.
    Vêce divê em ne tenê bîr li daxwazên xwe yên ferdî bikin, divê em bîr li berjewendên bala yên netewa kurd bikin. Divê em ne tirka ne jî ereba jixwe re bikine qodîk û neynik. Me wek kurd taybetmendiyên xwe hene, tirk û ereban jî yên xwe. Herçî me taybetmendiyên hevbe$ hebin jî, lê ya giring ewe kû em jiêk cûda ne. Heger na diviya bane em noke parçeyek ji tirka an ji ereban bane. Kû em ne parçeyek ji wanin!
    Li gor nêrîna min guncawtirîn çareserî ji bo meseleya zimên êwe em kurd, bi taybet kurdên kû bi kêrî xwendin û nivîsandina kurdî tên, ko$i$ê bidin kurdiyekê bikar bênin kû piraniya kurdan têbighin. Ne kurdiyeke herêmî. Madem Kurdî yek zimane, divê li gor $iyana xwe em bikaribin ji hemmî zaraveyên kurdî peyvan têkel bikin.
    Nivîsandin jî dikarê bi herdu elîfbayan bê kirin. Pîtên erebî (aramî) guncawtirin, lê divê mirov pîtên latinî jî bizanibê. Elîfba ne pîavana pê$kevtinê ye. Berê xwe bidinê, Cihû çend milyonekin, belê bi pîtên îbrî dinvîsênin. Thailand bi pîtên xwe, Hind bi yên xwe….Gurcistana kû bi qasî gundekî ye û Ermenistan nivîsên xwe yên taybet hene…. Em wekî tirkan ne kin. Heger bi $êweyê nivîsê mirov pê$bikevtana? Diviya bane tirk hilki$ibane ser Heyvê?!!!
    Hun wek Lotikxane….serjimêriyekê bikin….ka rojane çend mirov seredana malpera we dikin? An bigi$tî ka malperên bi kurdiya latinî pirtir têne xwendin? An yên bi elîfbaya aramî(erebî)? Ba$e kurdên kû bi kurdiya aramî dixwênin pirtirin an yên kû bi latîni? Bo min ne bêjin li Bakur 30 milyon hene!!! Lewra ji wan 30 milyonan pir pir bila 10 000 kes bikaribin bi kurdiya latinî bixwênin û binvîsênin. Belê her ji heman 30 milyonî bi kêmî 5 000 melle an kesên kû li ber destên mellayan xwendine hene kû Dîwana Cizîrî bi elîfbaya erebî dixwênin. Herwusa bi kêmî milyonek kurdên Rojhelat û bi kêmanî 4 milyon Kurdên ba$ûr dikarin bi kurdiya erebî binvîsênin û bixwênin, digel van ji 3 milyon Kurdên Binxetê jî 500 000 kes dê bihesanî fêrî kurdiya erebî bibe.
    Rastî ti$teke û hest û daxwazên mirovî ti$tên dîke ne.
    Silav

  2. Kekê min, em qurban
    Em behsa Kemalîzmê nakin ji ber em ne Kemalîst in. Ji xwe kesê ku Kemalîzmê biprarêze, divê meriv ji Kurdayetîya wî/wê ?ik û gumanê bike. Ev yek.

    Em behsa Cihû, Çînî, Hindî, Gurcî, Ermenî û Taylandîyan jî nakin, ji ber di wan welatan de yek ziman heye û ew ziman jî zimanê fermî ye. (Hindistan ne tê de. Li Hindistanê 240 devok û zaravayên cuda hene. Lê zimanekî fermî ku tevde jê fahm dikin û qebûl dikin heye). Rew?a Kurdan ne wek rew?a wan milletên din e. Ev dudu.

    Heger mesele mesela tîpan, xwendin û hejmarê be, çima tîpên Aramî yan Erebî?

    Mesele ne mesela 5. hezar melayên ku bi Erebî zanin. 5 hezar mela bi Erebî zanibin, 20-25 milyon Kurdên bakur jî bi Tirkî zanin. Naxwe em bêjin „werin em zimanê xwe bikin Tirkî, bela Tirkî bibe zimanê fermî“ ne maqûltir e gelo? Çawa be îro Tirkî li ba?ûr mode ye, tê hezkirin û Kurdekanên me evîndarê zimanê Tirkî ne. Ji ?îrketên wan bigrin heta bi dibistanên Fethûllah Gulen, ji bazirganîyê bigrin heta bi hezkirina hunermend û muzîka wan, bi Kurtasî; piranîya Kurdekanên me ji Kurmancî û Kurmancan zêdetir evîndarê Tirk, zimanê Tirkî, Ereb û zimanê Erebî ne. Madem mesele wisa ye, werin em ziman û alfabeya fermî bikinTirkî û xelas. Wek ku piranîya Kurdên ba?ûr bi Tirkî zanin û jê hez dikin, ez bawer nakim bi Kurmancî zanibin. Mesele di vir de ye. Mesele di tunebûna hestên netewî de ye kekê min. Mesele di ferzkirina Soranî û tîpên Erebî de ye, di înkar û tunekirina Kurmancî de ye. Hesab bikin, heta niha jî zimanê fermî yê parlamentoya ba?ûrê Kurdistanê Erebî ye. Kurdistan federal e, nav Kurdistan e, lê zimanê meclîsê Erebî ye. Ev çawa dibe? Çi pelûl û ?orbe ye?

    Mesele ne xwendina zêde ya malperên latînî yan Erebî ye qurban. Em behsa çi dikin, cenabê te behsa çi dike. Em wek îmana xwe zanin ku Kurdên ba?ûr ji malperên Aramî zêdetir malperên Erebî dixwînin. Di nav Kurmancên bakur de jî heman lotik heye. Kurdên bakur jî ji malperên Kurdî zêdetir malperên Tirkî dixwînin û di?opînin. Heger mesele zêde xwendina malperan be, malperên Tirkî ji Soranî, Kurmancî û Erebî zêdetir tên xwendin û ?opandin. Naxwe em rabin zimanê Tirkî bikin zimanê fermî?

    Tu dibêjî 5.000 mela, 4 milyon Kurdên ba?ûr û 3 milyon Kurdên rojava karin bi Erebî bixwînin. Kir çi? Em bêjin kir 7 milyon û nîv. Êêêêê? Ka wê ew Kurdên din çi xwelîyê li serê xwe bikin? Wê ew 20-25 milyon Kurdên din çawa fêrî Erebî bibin û çima, ji bo çi fêrî tîpên Erebî bibin? Çima 4-5 milyon Soran xwe û zaravayê xwe li ser 20-25 milyon Kurd ferz dikin? Çima dixwazin tîpên Erebî li me ferz bikin? Madem wisa ye, heger birastî Kurdperwer in û yektîya netewî, yekîtîya zimanê Kurdî dixwazin, çima ew xwe tabiî 20-25 milyon Kurdên din nakin? Çima ew dest bi latînî nakin, lê wê piranîya Kurdan tîpên Erebî bikin kum û deynin ser serê xwe? Kî kê dixapîne kaka?

    Werhasilî kelam, bizin bi lingên xwe, mîh bi lingên xwe kekê mino. Ew bi tîpên Aramî-Erebî çi lotikan davêjin bela bavêjin. Lê ji kerema xwe bela wan tîpên xwaro maro li ser û bedena me jî nepêçin. Ji xwe me ji dek û dolabên dewleta Tirkan têr xwariye. Qe nebe bela ba?ûrîyên me Ereb û Erebî li serê me nekin bela. Em bi latînkîya xwe razî ne, bes û zêdeyî serê me ye.

    Tîpên Erebî ji ba?ûrîyan re û tîpên latînî jî ji bakurîyan re, ma ne ba? e? Ma demokrasî jî ne ev e ezbenî!

  3. bedranok boye zimanzan ma hun nizanin ki jivi sewlekire dinvise ew ne bi kurmanci zani u ne zani tipen kurdi latini biheveke camereki kurde rojava jere amade dike ewji li avista doqo belav dike veca yeki wiha cawa zimanzane ?
    carna lotke we kelovajine heyra
    wey wey dolar u jin citkin u ci nakin

  4. hûn dizan in ev Bedran e cara yekem Baa,s Partsî bû?pa?an bû Qumûnîst Partisî,Pa?an bû PKK Partsî,li dawiyê serê xwe bi ava KDP-ê ?û?t wek bakûriyên me dibên.îcar lawo wê çi xêr jî vî çêbe tenê ew keftiye pêyi Dirav,hûn kurmanc ji nif?ê Ehmedê xanyi ne xwe nexin bin bandora Bedrana Kurdî latînî wê her hebe tu kes nikare rê lê bigre çûnke malbata Bedirxaniya pê?engiya wê kirin e ewên xwedî ?ore?a ro?enbîrî xwediyên yekme rojnama kurdî ya li 22-nîsana-1898 li qahîrê we?ana yekê kirî bi navê rojnama Kurdistan

  5. Hahoooo, birader Hebîb hustiyê xwe bi têra xwe qalind kiriye, lê tishtê di totika xwe da jî helandiye ellawekîl.
    Êêê, aniha dê ji vî aqilî chi tirr u fis derkevin cîgerlerim, hi?

  6. ez çavên te ramusim apê me yî pîroz Pîrkemal, ez kurban! bila hemu Soranakan kurbana te bin, u disa ji bila hemu serokên Soranakan heyrana te bin!
    Te rastî got!
    Bijî zimanê Kurmancî
    bimire zimanê heram u kirêj – zimanê erebî!!

  7. di serîda slav û rêzê xwe bowe hemîyan di?înim hevalên delal divê armanca me ne ji nav birina zaraveyan an jî serdest kirina zaraveyan be bi dîtina min ev ti?tekî ?a?e lê elîfbaya latînî ji bo hemî zaravayên kurdî guncawtire heger kurdên ba?ûr derbasî elfabeya latînî bibin dê ji hev têgi?tina kurdan pir hêsan bibe bihêsanî soran kurmanc zaza û goran dê karibin hevdû fam bikin pi?tî azad bûna welat bi nêzîkî hev bûna zaraveyan dikarin zimanekî hevgirtî derxin pê? lê bidîtina min her zaraveyek dikare li herêma xwe derkeve pê? ji xwe em nabêjin pir zimanî pir çandî dewlemendiye?pa?ê ji hemî zaravayan enstituya bilind ya zimanê kurdî dikare bête avakirin ji hemî jaravayan pêkhatî li ser kurmancî zimanekî hevpar bê te pê?xistin hemî zarava li gel zimanê hevpar bibe zimanê perwerde û dan û standinê hemî

    zaraveyen kurdistanê li gel min pîrozin slav û rêzê min bo avest kurda delal

  8. ?îroveya min ya liser zaraveyên kurdî sererastkirin û leborîn ji ber ?irovaya xwe ya yekem ya di lotikxaneyê de ji dêvla navê lotikxaneyê bi ?a?î navê avesta kurdê der bas bûye ez dixwazim sererast bikim lêborîna xwe ji xwendevan û xebatkarên malpêrên navborî dixwazim digel rêz û slavan slavên taybet bo lotikxane ya delal

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.