Em stranên xwe dixwazin!

Pi?tî ku desteserkirina TRTê ya ar?îvên muzîka Kurdî e?kere bû, em jî ji bo bidestxistina wan stran û kilamên giranbûha ketin tevgerê. Em ji bo ?ikandina mohra li ser qaseya wê ar?îvê li sîxûrekî geriyan û me ew dît jî!

Derket holê ku dewleta Tirk lotikek bê îman li stran û kilamên kurdî xistiye û ji derbeya 27ê Gulanê 1961ê vir ve, ar?îveke giranbûha binaxkiriye û gelek ji wan jî di qaseyeke mohrkirî ya ar?îva TRTê de ve?artine.
Ressam û Rojnamevan Fikret Otyam gotiye; êdî bila êsîrtiya wan kilam û stranên ku min diyarî TRTê kirine bi dawî bibe û ew ar?îva giranbûha ya muzîka Kurdî ku ev 50 sal in di nav qaseya mohrkirî ya TRTê de ve?artiye were rizgarkirin.

Bi qasî ku em ji rojevê hinekî haydar in, van rojan dîsa mijar li ser stranbêjê Kurd ?ivan Perwer digere û hevpeyvîna wî ya bi TRT 6ê re tê guftugokirin. Lê hinekî zû hat we?andin û be?ek ji hevpeyvînê di bernameya ‘?em û Yek?em’ de berî 15ê Sibatê hate ser ekranê.

Lê mijara me ne hevpeyvîna ?ivan e. Lê ?ivan Perwer ji bo muzîka Kurdî bi serê xwe ar?îveke zîndî ye. Û em bikin nekin mijar dîsa tê ser wî. Lewma em jê jî dipirsin, gelo bi qasî ku TRT li pey ?ivan digere xwedî li çand, huner û muzîka Kurdî jî derdikeve? Ger ?ivan bêje erê yabo çawa xwedî dernakeve gotina me jê re nîn e. Lê heger bêje na weleh, wiha bûya ma çima ez hê jî penaber û sirgunî me, daxwazek me jê heye…

Em ji ?ivan Perwer dixwazin, ger niyeteke wî ya çûyîna TRT 6ê hebe, bila ji bo xatirê sala 2011an Sala Zimanê Kurdî, ji lotikxanê re jî sîxûrtiyê bike û wê qaseya mohrkirî bîne teslîmî nûnertiya lotikxanê ya Almanyayê bike!

?ivan vê qenciyê bi me bike, em ê vê qenciya wî qet ji bîr nekin û rojê 24 saetan derkeve ekrana TRT 6ê jî em ê dengê xwe jê re nekin. Heta em ê ji nav wê ar?îva giranbûha albuma ?ivan Perwer a 2011an jî ji kîsî xwe çêkin!

Em ketin bextê te ?ivan, heke tê herî TRT 6ê zû bike û berî ku ew ar?îv werin binaxkirin ji me re bîne ji kerema xwe!..Heke tu nayînî jî bila haya me jê hebe, em jî ji xwe re li çareyekê bigerin.

Karê te yê nû li ser xêrê be û Yezdanê dilovan her bi te re be rebbî!

About The Author