Heçê neyê ez di wî kim!

Diyar Baban

Dibêjin Sekreterê Konseya Teşhîs a Îranê pozmezin Muhsîn Rizayî, daye zîtirkan û gef li serok Barzanî xwariye, ew tehdît kiriye.

Xuyaye Muhsîn efendî û sofîkên Tehranê ji lotikên PDK-Îranê pir aciz bûne û bi derb û lotikên PDK-Îranê gêj û sewsî bûne. Ji bo ku sofîkên Tehranê rê li ber şer û çalakîyên PDK-Îranê bigirin, zixtê li herêma Kurdistanê û Mesûd Barzanî dikin da ku PDK-Î bitevizînin.

Axir…

Birêz pozmezin Muhsîn Rizayî di televizyonê de axivî ye, gef li Mesûd Barzanî xwariye û gotiye: „Heke Mesûd Barzanî rê li ber wan (PDK-Î) negire, emê jî dest bi operasyonên qirkirinê bikin. Wî çaxî wê guneh û berpirsiyarîya operasyonan di stuyê Barzanî de be“ û verşîyaye.

Werhasilî kelam, di vê derbarê de me xwe gîhand pêşmergeyê PDK-Î xalê Silo û me jê pirsî:

– Xalê Silo, va Humsîn beg zirtên xwe dike, gefan li Mesûd Barzanî dixwe da ku rê li ber we bigire û şerê we beravêtî bike. Tu dibê çi gelo?

Xalê Silo hêrs bû, çavên wî wek zotika mirîşkê sor bûn, diranên xwe bi ser hevde qiriçandin û got:

– Huhsînko zirt kirine? Kuro çi ji qûna wî tê bila bike, cîhê ku destê wî diçê bila lingê xwe jî têxê. Heçê neyê û qira me neyne, ez di wî kim lo, wey. Ma dest û lingên me girêdayî ne xwarzê..

Û pêde çû..
Axir, xalê me Silo bang li Muhsîn efendî kir û got: „Ê de were ha, tirrooooooo! Em li çiyayên Kurdistanê ne, dev ji zirt û fortên xwe û gefxwarinê berde kaka, heke tu bi qûna xwe bawerî, kerem bike were meydana şer, were meydana egîd û mêrxasan oxlim“ û fîşek da ber keleşê.

Ez serê we neêşînim, xalê me Silo niha li çiyayê Mahabadê li benda Muhsîn efendî ye. Îcar ew cegerê çûnê Muhsîn efendî re heye yan na, enmê bibînin wesselam…

Mahabad

About The Author