Êrîşên li hember Serok Berzanî

Êrîşên li hember Serok Berzanî

Rojnamevanekî Ewropî ji bo Mistefa Berzanî sernivîsa “Birêz Kurdistan!” bi kar anîbû. Ji bo çi gelo? Ji bo bi şal û şapik û tivinga xwe ya Bruno ku di nava pêşmergên xwe de, bi Kurd û Kurdî bûna xwe ya bê dawî, bi hemû tevgera xwe ya sîyasî û civatî, bi bêtirsî û mêrxasîya xwe, di mercên bê îmkan de berxwedana li hember çar dewletan ku dunya jî hemû alîkarîya dijmin dikir, dozkirina mafê gelê Kurd yê rewa ji xwe re kiribû armanc, ku li sê beşê Kurdistan pelek tekoşînê jî nikarîbû bilivîya, lê ew li serê çîyayê Kurdistanê ala serhildan û berxwedanê hildabû û tekoşîna çekdarî dimeşand, loma ew bi tena serê xwe dikarîbû biba “Birêz Kurdistan!”

Serok Mesûd Berzanî, îro daxwaz û xeyalên Mistefa Berzanî ku di oxira wê de hemû jîyana xwe xerc kir, yek bi yek, gav bi gav pêk tîne. Mesûd Berzanî, bi Serok Komar û Serok Erkanîya xwe, Kerkûk û hemû xaka Başûrê Kurdistan rizgar kir; pêşmerge di gazîya Başûrêrojavayê Kurdistan şand û bala wî li ser beşên Kurdistan yê din e jî!

Êrîşên rêxistina terorîst DÎIŞ`a hov ku li hember gelê Kurd, cemaet û kêmneteweyên li ser xaka Kurdistanê dijîn, helwesta Berzanî û partîya wî ya li hember vê rêxistinê, bû egerê parastina kesên li Kurdistanê dijîn û rizgarkirina xaka Kurdistan: vêna jî di qada nevnetewî de, alîkarî, hevkarî û rûmetek bêhempa ji bo Serok Berzanî û gelê Kurd da çêkirin.

Ji ber hevkarîya Amerîka û Ewropa, dewletên mêtinkar nikarîbûn rasterast êrîşî Başûrê Kurdistan yan Berzanî bikin, loma di kesayeta Serok Berzanî û partîya wî PDK de, neyarê gelê Kurd, di serî de her çar dewletên dagîrker xist nava metirsî û xofek mezin. Loma neyarên gelê Kurd lîstik, dek û dolabên xwe yên sedsale xistin lebatê.

Lîstika bingehîn, mîna ku herkes zane: êrîş bike, bikuje, dîl bike, talan bike, nefî û koçber bike, xizan, birçî û nezan bihêle, ji taqet bixe, bera hev bide, dabeş bike, ji hev de bixe û bi rêve bibe. Piştî vana tevan mirovên ji bo xwe bi kêrhatî bi meqam û meaşên qelew bikire û têxe xizmeta xwe û kî doza mafekî gel yê rastî bike bera pêxîla wan bide û bi dest û devê wan ji çav bixe, yan ji holê rake. Ha ev e rewşa me û fesala qedera me Kurdan!

Ev nêzî sed salî ye ku Kurdistan bi destê neyarên gelê Kurd hat perçekirin. Armanca van mêtinkaran, bi yekîtî û hevkarî gelê Kurd bi hemû hebûn, çand û rûmetên wî bihelîne û ji holê rake. Heta îro ji bo vêna çi ji destê wan hat texsîr nekirin. Bi dehan qirkirin pêk anîn, gund û bajar dan ber tank, top û bombebarana firokan, şewitandin û kavil kirin, bi deh hezaran kuştin, bi sedhezar û mîlyonan zîndan û koçber kirin, gelek herem ji mirovan qedexe kirin, bi komî xistin wargehên leşkerî, bi kemberan zevî û warê wan ji wan sitendin; lê nebû, nikarîbûn Kurdan tune bikin!

Vê carê çi kirin? Bi xayintî gotin; “em birayê hev in, werin rûnin bi danûsitendin em pirsgirêkên xwe çareser bikin!”. Rêber û serokên mîna Qazî Muhemed, Qasimlû û Şerefkendî yên pir hêja bi bêbextî û sûîqastan qetil kirin! Dîsa doz neqedandin.

Mirovên xwe xistin nav partîyên Kurd. Mirov ji partîyên Kurd kirîn. Heta ku ji Kurdan û li ser navê Kurdan partîyên ku bi çekdarî qaşo doza serxwebûn û yekîtîya çar perçê Kurdistan kirin avakirin. Bi sedhezaran mirovên Kurd beşdarî van partîyan bûn û ji wan bawer kir û xwe feda kirin. Ew jî têr nekir: bi rêya muxaberatên xwe dewletek îslamî ya terorîst saz kirin, tîmên xwe yên êrîşkar û muslumanên cahil, nexweş û ehmaq lê vehewandin û êrîşî Kurdan û desthilata Kurd kirin!

Lê çi rêxistinên ku li sernavê Kurd û Kurdistan ku bi destê dijmin hatine avakirin û DÎIŞ`a ku li ser navê îslamê ava bûye, ji xeynî ajanê çar dewletan û yên meramên wan bi gelê Kurd re hey e, ji mirovên nezan û cahil pêktên. Baş e, mirovên Kurd yên nezan ku xizmetê bê hay xwe ji dijmin û sîyaseta wî re dike, wê çawa rastî û xwarîyê ji hev derxe?

Tenê tiştek hey e ku bi rastî mafê gelê Kurd têxe bin garantîyê: ew jî dewletbûna gelê Kurd e. Çimkî dewletên serwerê xaka Kurdistan mêtinkar in, him gelê xwe û him jî gelê Kurd dieciqînin. Va dewletên antî-demokratîk, mêtinkar û nîjadperest, ji xeynî defaktoya Başûr, hîna tu heq ji gelê Kurd re nasnekirîye. Lê di parlamento û sazîyên van dewletan bi sedhezaran Kurd ji van dewletên mêtinkar re xizmetek bêhempa dikin.

Kesên ji bo van dewletan kar dikin ku bi navê biratîya Îslamî, ya Enternasyonal yan yekîtîya demokratîk entegereya bi van dewletan re diparêzin, ji Kurdan dibêjin: hebûna xwe û mafê xwe yê milet û welatbûnê ji bîrbikin, helandin û wendabûna xwe ya ziman, çand, dîrok û wd qebûl bikin; bibin tirk, ereb û faris!

Îro Serokê ku dewleta Kurd diparêze û dibêje: “bila Kurd li her çar beşê Kurdistan bigehên hemû mafên xwe û xeyala min ya herî mezin ku li ser çar perçên Kurdistan dewletek kurd ya serbixweava bibe!” Mesûd Berzanî ye.

Loma hin wekîlên HDP ya ku ji alî MIT a Tirk hatîye avakirin, beşê YNK ku di xizmeta Îran de, PJAK a Îran, PYD ya ku hevkarê dewleta Sûrî ye, PKK ya ku sîyaseta xwe li ser xapandina gel, derew û dijminantîya hemû hêzên Kurd avakirîye vekirî dibê: “me dewletbûna Kurd avêtîye sergo!” û “em li dijî dewletek Kurd in” tev de êrîşî cenabê Serokê Gelê Kurd Mesûd Berzanî û partîya wî PDK û artêşa wî ya pêşmerge dikin.

Ez jî dibêm, do Birêz Kurdistan çawa bi rastî Serok Mistefa Berzanî bû, îro jî Serok Mesûd Berzanî ye! Loma kesê ku îro dev baveje Mesûd Berzanî, dev davêje Kurdistanê û gelê Kurd!.. 17-7-2015

Xidir ÛSO

Netewe

About The Author