Ev tir ji wan re jî nema

Ê binxetî hingî mişk diketn mala wî, ji ber mişkan ketibû kerambira û ji ruhê xwe aciz bûbû. Rojek ji rojan hingî baran barîya, lehî rabû û xanîyê wî li ber xwe bir, xanî serûbinê hev bû û herifî.
sofi-xelef
Ê binxetî ofyanek kişand û got: „Ofyaaaannnn, tu bela ev tir ji wan mişkan re nemabe û bes“ û ji teşqela mişkan xilas bû.

Îcar ev jî mesela me û hinek fermandar û generalên dewleta Tirk e.

General Akin Ozturk sersebeb û qesasê qetlîama Roboskîyê bû. Dêqehpo bli Roboskîyê zêdeyî sîh xortên Kurd dabûn kujtin û ji alî qamdirêjê Erdogan ve hatibû xelatkirin.

Adem Hudutî sersedem û qesasê wêrankirina bajarên Kurdistanê bû, qatilê 7-8 hezar xort, keç, jin û zarokên Kurd bû. Ew jî kilê çavê qamdirêjê Erdogan bû. Lê derket holê ku herdu generalan xefik li ber Erdogan vedane û xwestine darbeya leşkerî lê bikin, wî ji desthilatdarîyê bixin û fatîhayekê li ser can û cesedê wî bixwînin.

Axir…

Darbeya leşkerî ya li hember hikûmeta AKP û Erdogan çi dibe bela bibe, senaryo dibe, şano dibe, rast be, derew be ji kîrê min ve.

Wek mesela yê binxetî, tu bela ev tir ji wan dêqehpan re nemabe û bes…

akin ozturk2

Adem huduti

About The Author