ÊRÎ?ÊN LI LÎQÊ ÇARAN

Herçend ne bi dilê me hinek Kurdan be jî, lê em dizanin demoqrasî û pê?teçûna Kurdistana Federe ji ya gelek miletên ku bi hezaran sal in dewlet in, pê?tetir û demoqrattir û aramtire . Serokê wê jî ji hemû serokên din miletperwertir û xebatkartir e. Lê çavnebar û dijminên wan jî, ji dijminên hemû miletan xwînxartir û bê emantir in,  hîç nasekinin, dixwazin wan biçûk bixin û aramî, demoqrasî û pê?deçûnan sabote bikin.

Dijmin qet ranawestin û hemû derfetan li hemberî wan bi kar tînin. Îro jî derfeta bayê ku li hember dîktatorên welatên Ereban dikin bahane, sîxurên xwe dixin bizavê, dixwazin Kurdistana aram, demoqrat, pê?deçûyî wek wan walatan nî?an bidin û serokê Kurdistanê jî bînin rêza wan dîktatoran.

Wan destên qirêj doh – îro li Silêmanîyê bi hinceta tunebûna elektrîk, petrol û gendelîyan êrî?î bîroya PDK ê ya lîqê çaran kirin û dan ber keviran, camên wan hemî anîn xwarê û gotin bila  malbata Barzanî jî dest ji hikûmet û serokatîya Kurdistanê berde. Û gelek gotinên bi heqaretan dagirtî li wan kirin. Tê gotin ku wan provoqator û êrî?bazên hêzên tarî yên dijminên Kurdistanê çek jî teqandine.

Li hemberî van kirinan pê?merge hinekî bêdeng man, lê ku heqaret li malbata Barzanî kirin êdî tehemila pê?mergeyan nema, li wan re?andin, pênc ji wan ku?tin û bi dehan jî brîndar kirin. (Li gor min qenc û xwe? jî kirin).

Bê goman heqê her Kurdekî heye ku rexneyan li malbata Barzanîyan bigire. Lê dema heqaret li nirxên pîroz yên Kurd û Kurdistanê bên kirin, namûsa çi Kurdên xwedî wijdan qebûl nake û ku?tin jî têde wê bersiva wan bê bayîn. Bila dijmin û hevalbendên wan ba? bizanin ku tehemila Kurdan jî heta derekê heye. Bê goman em nizanin di van êrî?an de kê cih girtîye. Lê  êrî?ên ku li bîroya PDK ê ya li Silêmanîyê hatine kirin di?ibehin yên Kurdistana Bakur. Hêvîdarim wê Kurdên Bakur jî rojekê bersiva êrî?karên xwe bi zimanê ku ew tê digehin bidin.

About The Author

5 thoughts on “ÊRÎ?ÊN LI LÎQÊ ÇARAN

  1. „pênc ji wan ku?tin û bi dehan jî brîndar kirin. (Li gor min qenc û xwe? jî kirin).“???

    Ev tu tî yê xwînê yî Xalid Beg?

    Barzanî, xemgîniya xwe bo ku?tina tîne ziman tu kêfxwe?iya xwe.
    Yan li gor te divê her kesê dijûnek kir bê kushtin?
    Yên kushtî zarokên gel in, zarokên kurda ne, divê tehemula mirov hebe ku zarok û xortên mirov carna cahilî û xeletiya jî bikin…

  2. Ê babam ma hun “wikilaeks”ê naxînin lo. Tew gendelî, dizîn, kushtin, eroîn bi destê dewletên herî mezin nabin hi?
    Welle bila rexne ji sedî sed were kirin, protesto were kirin, tew bila hêkan jî bavêjin dînime îmanime. Ma niha teqandina chekê li dijî dezgeheke kurdan ya li Kurdistan-ê tê chi mahnê qerdashim?
    Kesê ku bi vî shiklî li Kurdistan-a reben u bindest millet fît dike u dide kurshtin, yan dijminê bê namus e yan jî di totika wî da qasî xirrê Mam Celal aqil tune u wesselam cîgerlerim.

  3. Ajavatiyè karè Mao zeytuninin.yeki kemal kilictar ji li Suleymani heyi.bi nav u deng ,kaki Nuh§irvani.cakoke§è soran u biraperesten Dersimi deng vedan.

  4. DE WER SAFI KIN DE BI TELAQ KU EM BEBIN DEWLET
    EME TIIRA JI HEV BERDIN JI BER KU EM DE BIN DASTE
    PISTRIN MILATE DONYAYE DE PERWERDE BUNE VECA
    AW XWADAN WELATIN EM HIN JI WAN PISTRIN BABAM
    BEHNA XWE FERH KIN BER WELATE ME AVA BIBE HINGA
    VE HERKATE BEKIN (EV JI QEDERA MEYA LI BEXDAYE YAN
    SHAME DE PSHKIN EM LI HEWER U QAMISHLO BI ZEKAME
    DIKAVIN

  5. DE WER SAFI KIN DE BI TELAQ KU EM BEBIN DEWLET
    EME TIIRA JI HEV BERDIN JI BER KU EM DE BIN DASTE
    PISTRIN MILATE DONYAYE DE PERWERDE BUNE VECA
    AW XWADAN WELATIN EM HIN JI WAN PISTRIN BABAM
    BEHNA XWE FERH KIN BER WELATE ME AVA BIBE HINGA
    VE HERKATE BEKIN (EV JI QEDERA MEYA LI BEXDAYE YAN
    SHAME DE PSHKIN EM LI HEWLER U QAMISHLO BI ZEKAME
    DIKAVIN

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.