DE BIMÊJIN

Kalê Hesen nexweş ket çû ba doktor. Doktor miayene (sehand) kir  tansîyona wî bilinde, şekirê wî zêde bûye.

Doktor got “ Kalê Hesen guhê xwe baş bide min, ez çi bibêjim.

Kalê Hesen got “ Fermo, doktor beg ez li te guhdarim.

mannkrank

Doktor yeko yeko da rêzê :

Nan qedexeye, xwarina çirb qedexeye, xwê qedexeye, şekir/şêranî qedexeye, rûnê nivîşk qedexeye, goşt qedexeye, borek qedexeye, to û mast jî qedexeye. Divê tu vana nexwî.

Kalê Hesen hinek fikirî û zivirî ser doktor got “ Wey rehmet li bavê te doktor, tu niha dibê here malê devê xwe bike memikê jinikê bimêje; ji xeynî wê tu tiştekî nexwe û venexwe ne ?

Werhasil….

Bi fermana tolaz û cangorîyên wî ji Kurda re “ welat, azadî, rizgarî, dewletbûn, serxwebûn û hwd…” qedexeye. Ma emê xirê xwe bi mêjin babam !…

About The Author