QÎZA BRÎNDAR

Waye qîzek ji çiyê tê

Riyaxwe şaş kiriye

Li ber bêtê felek……..

jina brindar

Pora dirêj,çavên reş belek

Rextê çapilîyê ciqas li bejnê tê felek…….

 

Gelî hekim û textoran

Hûnê rabin rahilin derman û melhemên xwe

Kar û barê xwe bikin

Va brîndar e, xwîn diherike

Bi ser zendê dirêj,destê bi bazin

Tilhên zerî zeytûnî, xwîn jê tê felek…..

 

Brîna wê derman bikin

Lê ez nizanim ji ku tê

Ne ji Qocgirî, ne ji Agirî,ne ji Zîlnê

Ne ji Sason, ne ji Amed,ne ji Dersimê tê

Ji Dersimê tê, felek , xayînê felek…..

 

   06.02.1985.

 

About The Author