Amed xwedî li serokê nemir derket

Îro li Amedê ji aliyê Grûba Diyalog a Dîcle û Firatê ve bîranîna Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî hate lidarxistin.
 
Di bîranînê de ji gelek aliyên grûp û rêxistin û ?axsiyetên siyasî be?dar bûn. Wek pi?tgirî û alîgirên PDK-Bakur, LKD (Lêgerîna Kurdên Demokrat), HAK-PAR, TEV-KURD, ?ore?gerên Demokrat, Serokê ?aredariya Sûrê Abdullah Demirba? û Komeleya Mîr Celadet Bedirxan ya bajarê Cizîrê amade bûn. Her wiha ji Ba?ûrê Kurdistanê Prof. Dr. ?ukriye Resul, Felageddîn Kakayî, Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistana Ba?ûr yê Enqerê Omer Mîranî û  girseyiyekî mezin be?darî bîranînê bûn.


 
Di bîranînê de Seyda Silêman KUR?UN bal ki?and ser têko?în û jiyana Serokê Nemir û da zanîn ku Ba?ûrê Kurdistan ne wek dewletên dîktator  yên wek Misr, Tunis, Yemen û hwd’e ji ber ku serok û rêveberên Ba?ûrê Kurdistan bi rêyên demokrasiyê hatine hilbijartin û demokrasiya ku di demek kin de li Ba?ûrê Kurdistan hatiye avakirin, ji gelek welatên Ewropayî pê?detire.
 
Prof. Dr. ?ukriye Resul jî di axaftina xwe de diyar kir ku navê Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî wek Kurdistan dihat zanîn û li Moskow û li hinek welatên din jî navê Serokê Nemir wek Kurdistan dihat bilêvkirin. Wekî din di axaftina xwe de bal ki?and ku serokê nemir  mezinatiya xwe ji dilnêzîkbûyîn û xwe ji nava gel neqetandinê distend.


 
Serokê Komeleya Dostaniya Kurd u Tirkan Felageddin Kakayî di axaftina xwe de li ser jiyan û têko?ina serokê nemir rawestiya û got; Taybetmendiya serokê nemir ew bû ku di nav herema Kurdistanê de parastina a?itî û biratiyê bû. Di nav xelkê Kurd û kêmmilletên din de tu cudatî nedixist û helwesta wî ya herî girîng jî mijara Kerkûkê bû.
 
Her wiha helbestvanê Kurd Mele Îmadeddîn û Ehmed Kurdî li ser serokê nemir helbestên xwe bi mêvanan re pê?ke? kirin.
 
Di dawiya bîranînê de gelek peyam hatîn xwendin.Nameyek li ser navê xwendekarên li ba?ûr Çekdar Elî u Îrfan Bahaddin hat xwendin.

Serhad Temir

Amed

About The Author