Xwedî li taybetiyên xwe derkevin

Leyla Zana di mîtinga pîrozbahiya Roja Jinan de, wek jin û kesayeteke ?areza ya Kurd tevgeriya û ne hi?t girseya guhdarvan dirû?mên li dijî ?ivan Perwer bavêje.

Di mîtinga ku li Amedê bi mebesta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin de, Leyla Zana jî axaftinek kir. Leyla Zanaya ku xwe ji bo vê roja taybet bi cil û bergên Kurdî xemilandibû, di axaftina xwe de bal ki?and ser a?tî, demokrasî û azadiyê û xwest ji gotinên ?ivan Perwer mînakekê bide.

Wey tu bûyî behsa ?ivan dikî û hê gotin di devê wê de, ji girseyê dengê nerazîbûnê û dijberiya ji bo ?ivan Perwer bilind bû. Zana, li dijî vê helwestê derket û ji jinên ku ji bo pîrozbahiya Roja Jinan kom bûbûn re axaftineke têra xwe bi ?îret kir.

Leyla Zana xwediyê van helwestên ne li rê û dijber rexne kirin û got; “Wiha nekin hevalno! Heger niha yek ji we ?ivan protesto bike, ev tê wê wateyê ku di mêjiyê kesê wiha bike de nexwe?î heye. Hûn hemû mirovên taybet in û divê hûn xwedî li taybetiyên xwe derkevin. Pa?ê jî divê hûn xwedî li taybetmendiyên xwe yên gerdûnî derkevin.”

Zana ji vê helwesta dijberiya ?ivan Perwer pir hêrs bû û wek jin û kesayetiyek ?areza ya gelê Kurd tevgeriya û ne hi?t be?darên mîtingê gotinên tew?o mew?o li ?ivan Perwer bikin. Zana her wiha, bi bîr xist ku kesê xwedîtiya taybetmendiyên xwe neke, yan jî tenê li gor dem û pêvajoyan vê xwedîtiyê bike wê ev bertekên niha tên nî?andan werin serê me hemûyan.

Leyla Zana ji girseyê xwestiye ku neyên lîstikan û axaftina xwe ya li ser mijarê wiha berdewam kiriye: “Pênc xwi?k û bira di malekê de dijîn. Dibe ku mîna hev nefikirin, lê ev nayê wê manê ku êrî?î hev bikin. Hewce nake herkes wek me bifikire. Heger ez bêjim bila herkes wek min bifikire, tê wê maneyê ku ez di warê demokrasî û azadiyê de teng difikirim. Çawa ku em ji bo xwe azadiyê dixwazin, divê em ji bo yên wek me nafikirin jî bixwazin. Nêrîna me ya demokrasiyê ne wek ya serokwezîr e. Lewra ew tenê ji bo xwe demokrasiyê dixwaze. Lê em Kurd, ji bo hemû cîranên xwe û hemû gelên din jî dixwazin. Dema jineke Kurd radibe nimêjê, pê?î ji bo 72 miletan rehmê dixwaze. Pa?ê ji xwe re dixwaze. Ev jî nî?an dide ku bê çiqas ba? difikirin.”

Her bijî Leyla Zana!

Bi hêviya berdewamiya lotikên Kurd û Kurdistanî em jî di ?exsê te de Roja Hemû Jin û Dayikên Kurd pîroz dikin…

Amed

About The Author

16 thoughts on “Xwedî li taybetiyên xwe derkevin

  1. KURDPERWERI EVEYE

    Ez bawerdikim ger hemu siyasetmedarên sivil yên PKK yi wek Leyla Zana bikin PKK dê bi karit pêsengiya soresa Kurdistana Bakur bike. Rêxistinek di kare gelek dilxwazên fanatik hebul u kurne fikirin u her tisteki ne li gor dilê wanbe tehdit bike. Ev cure helwest di hemu rêxistinande dikare bi qewume. Lë siyasetmedarën zana u rêber gerek bizanin guhê muridan biksinin u wan bênin ser rira rast.
    Tu her biji xwiska Leyla.Bi helwestên bi vi awayi tê herwext ji nistimanperwerên kurd hurmet u rêzgirtinek mezin wergiri. Garisë Leyla di serê siyasetmedarën dinde ji. Muriditî demek kurt belki bikare desthilatdarbe. Lê gava firset cebe muridên siyasi ji kijan siyasetê be bila bibe we ji aliyê gelve pêsupas li kereki bën siwarkirin u tif lê bên kirin. Biji siyasetmedarë azad u xwedi helwetek nistimani.

  2. Jin u mirovè azad jiri.veki xwisk u xwua me, LEYLA.Irada azad hevpar u pardar,niyazdari.pozbilindi karè diktatorayi.Leyla kasim XWUA me kurdani.Leyla zana xwua u xwiska me kurdani.pewiste kurden azadperwer ,yekitiya kurdan bixwuazi.

  3. WAY MALA TE AWA LEYLA XATUN,TU JINA KURDI U SERE ME BI TE BILINDA.RASTA DIWE EM MIXALIFEN XWE RE JI DEMOKRATBIN.BI NAMUS TU U APO HERDU RONIYA ÇAWE ME KURDANIN,WE XWE JI MERE KIR PERE HÜR,LE MIXABIN E WEK MARERA? KU ZIKE WI TER BE U HEW KU T??TEKI NE JI XWE U NE JI SIYASETE FEM NAKE,EM KURD,HAREKETE BERXWEDANE GELE KURD BI XWERE HARIMAND,

  4. KESI JI SIVANRA TISTEK NEGOTIY EHEYRAN MA NERINE ROTINDA YETKINER NE NERINE HEMU PKKYIYANE ANJI DAXUYANIYA ROTINDA NE DAXUYANIYA ROTINDA YETKINER NE YA PKKYE: HEMA MAMOSTE SIVAN PERWER ZU HAT LISTIKA AKP E U CAPEMENYA TRIKA XWDE MALA DIJIMINA XIRAB BIKE U XWDE AQIL BIDE ME KURDA EZ PKKYIME U JI SIVAN PIR U PIR HEZDIKIM

  5. em ji leyla xanim piroz dikin ji ber keda we u cesareta jina kurd em bi leyla ser bilindin.le ez bawerim ger di mitinge da pesi li silganen li diji tevgera kurd girtibiya hun ewqas keyf xwes nedibun. le cardin helwestek wisa cihe spas dariye ci dibe bila bibe em her qade nekin cihe rexne u hev pe picuk nekin.

  6. Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan derbarê nûçe û daxwiyayiyên ku dibêjin gef li hinek kesan xwariye got; “Pêwîstiya me pê tune ku kesekî tehdît bikin. Jixwe bi riya çapemeniyê, qet pêwîstiya me bi vê yekê nîne. Divê tu kes xwe neke amûra vê yekê. Bila ba? were zanîn ku ev propaganda ne rast in, derew in.”

    Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji ANF’ê re axivî û îdîayên ku geflêxwarina ?ivan Perwer û Mehmet Metîner derewand. Karayilan diyar kir ku Metîner xwe bi xwe dike rojev û diyar kir ku wana derbarê ?ivan de tu daxwiyanî nedane.

    Daxawiyaniya Karayilan wiha ye:

    Dagirkeriya li hemberî giyanê teko?în û yekitiya Tevgera me li Kurdistanê pêk xistî tengezar bûye, ji bo re?kirina tevgerê dest bi projeya ?erekî berfireh ê derûnî kiriye. Hinek kesan dikin rojev û îdîayên wiha di vê çarçoveyê de diavêjin holê û divê ev yek jî di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Di vê mijarê de rew?ek manîpulasyon heye. Em tu carî wekî tevger derbarê van kesan de gef ne jî tu biryar nedaye. Evane bi zanebûn bi armanca ?erê taybet van rêbazên pêk tînin”

    METÎNER XWE BI XWE DIKE ROJEV

    Me Mehmet Metîner ji çapemeniyê nas kir. Derbarê vî kesî de tu gef an jî biyarên me çênebûne. Hinek jî ev kes bixwe, ji bo xwe bike rojev, van îdîayan mezin dike û diavêje holê. Dibe ku hinek saziyê sîxûrî van îdîayên wiha bi armancên cûda avêtibin holê. Ez wê nizanin, lê tu biyarên me yên derbarê vî kesî de tune ye. Lê ji ber mirovek bê ast û pasavaniya dergehê AKP’ê dike, dibe nerazîbûnên ji nava civaka Kurd li dijî wî hebin. Ez nikarim ti?tek ji wê re bêjim. Vî mirovî ji mehên havînê ve di hinek kanalan de diyar kir ku ew dixwaze bi min re hevpeyvîn pêk bîne. Min vê daxwazê qebûl nekir. Heta dibêje, çawa dibe bi Cengîz Çandar re hevdîtin pêk tîne, çima bi min re pêk nayne, mafê min jî heye, ez dixwazim biaxivm û hevdîtin pêk bînim. Dîsa diyar kiribû ku ew ê bi hinek riyan xwe bigihîne. Gava min vê yekê bihîst min got “Gelo em nehqeiyê dikin.”

    Lê pi?tî wê nûçeyek avêtin holê: gotin yek hatiye girtin, gotiye biryara me heye ku em ê wî bikujin. Jixwe di carekê de êri?ê nûçeyek wiha kirin. Metîner vê yekê hefteyek ji bo xwe kir al. Got; “PKK’ê derbarê min de biryara ku?tinê daye, çima filan derdor ti?tek negot, ?ermezar nekir’ û di çavçoveya derfetên ku hikûmet dane wî, di televizyonên hikûmetê de bejn û bala xwe nî?an da. Dema min ev yek dît û min zanî ku biryara me çend rast e. Ji beriya niha min ji ber kêmahiya rêzdariya mirovahî û asta wî min daxwaza wî ya hevdîtinê red kiribû. Lê gava dema min pi?tî van nêzîkatiyan dît, me êdî zanî ne tenê bê ast, di heman demê de mirovek bê kalîte ye jî.

    GER EM BIRYAR DERBARÊ YEKÎ DE BIDIN, EM DIKARIN DI 48 DEMJIMÊRAN DE BIRYARÊ PÊK BÎNIN

    Ger ne bê kalîte ba, ew ê derbikebita pê?berê çapemeniyê û bigota ‘Ti?tek wiha nabe, ez çûbûm heta bi Hewlêrê. Min xwest ez bi wana re biçim lê qebûl nekirin. Ger nêtek wan a xirab heba, wê min bibirana û ziyanê bidabana min.” Lê wiha nekir. Vê yekê karekteriya wî derxist holê. Ger derbarê kesekî de biryara me hebe em xwedî wê hêza ku bikaribe di nava 48 seatan de vê biryarê pêk bînin. Lê tu biryar û pirsgirêkek a me ya wiha tune ye. Ji ber ku destpêkê Metîner û kesên wiha kî ne, çi ne, xizmeta kê dikin, çawa nêzî nirxên pîroz ên gelê Kurd dibin, tê zanîn. Ji ber vê jî em pêwîstî pê nabînin ku ti?tek wiha bikin. Gelo me heta niha derbarê kîjan rojnamevan an nivîskarî de daye, daku em niha jî bidin. Ti?tek wiha tune ye û hemû ji ber xwe çêkirine.”

    ?IVAN ÇIMA LI DIJÎ TEVGERA ME ZIMANDIRÊJIYÊ DIKE?

    Mijara ?ivan Perwer jî mijarek cûda ye. Bila hemû gelê me yê welatparêz vê yekê ba? bizanibe ku tu nunerên tevgera me derbarê ?ivan Perwer de tu daxwiyanî nedane. Me ji ?ivan re negotiye tu xiyatekarî, bila hemû gelê me vê ba? bizane. Çapemeniya Tirk diyar kir ku ?ivan bi Bulent Arinç re hevdîtin pêk aniye û wê biçe di TRT 6 de bername çêbike. Ji ber wê jî hinek hunermendên Kurd vê yekê rexne kirin. Kesên berê bi wî re xebitîne û ba? wî nas dikin ew rexne kirin. Hem li Ewrûpe û hem jî hinek hunermendên Kurd ên li Tirkiyeyê çûyîna ?ivan a TRT 6’ê rexne kirin. Bi rastî çi gotibin jî ez ba? nizanim. Ji ber ku min ba? ne?opand. Dibe ku wana gotibe ger biçe TRT 6 wê ev yek berovajiyê keda wî be û wê xiyatê li keda xwe bikin û hi?yar kiribin. Dîsa jî dibe hinek endamên çapemeniyê ew rexne kiribin. Lê me wek tevger tu daxwiyaniyê derbarê ?ivan de nedane.

    ?IVAN BI XWE DIKE, TI?TEK EM BIKIN TUNE YE

    Li rexmê vê ?ivan derket pê?berê çapemeniyê tevgera me sucdar kir û got “ Min xiyanetkar îlan kirine” û li dijî tevgera me zimandirêjiyê kir, ev yek balkê? bû. Gelo kesek wiha di carekê de ti?tek wiha kir? Zimandirêjiyê li hemberî tevgerek xwedî hehfdeh hezar ?ehîd û destayên lehengiyê afirandî dike û gelo mirovek wiha çawa vê yekê dike. Divê li bersiva vê pirsê bigerin. Diyar e ku li pi?tperdeya vê yekê ti?tek din heye. Em vê dizanin. Hinek kes dixwazin vê yekê li hemberî me bikar bîne. Ev yek ne nû ye. Ji beriya 3-4 salan jî hebû. Destpêkê ?ivan li hemberî vê yekê li ber xwe da. Lê a?kera bû ku xwe li ber negirt. Biryar da ku ji bo bi milyonan dolarî bi awayek berovajî zivirî. Ji ber ku biryarek wiha da, derket pê?berê çapemeniyê û derew kir û êri?ê tevgera me kir. Ger xwe nefirota, bi temamî neçûya aliyê din, ?ivan ti?tek wiha nedikir. Dikariya bêje, hinek hunermend min rexne dikin, lê ez ne wisa me. Bila êdî ev kes bizane ku êdî li Kurdistanê cîhanek a huner û çapemeniyê heye. Herti?t ne rêxistin e. Ne ne me, ?ivan bi van gotinên xwe, xwe ji dilê gelê Kurd derxist. Ger hên jî dirustî bi wî re hebe, divê li riyê xwe efûkirinê bigere. Nabe ku hunermendek hemû xwîn û xwîha gelê Kurd li dijî polîtîkaya AKP’ê dirijînin nebîne û hîs neke. Rêbertiya me jî bang li wî kir. Ez jî vê bangawaziyê nû dikim: “Dixwazin te bikar bînin. Xwe nede karanîn. Riya tu ketî ser, ne tu rî ye. Ne riyek bi xêr e. Tu nikarî vê yekê bi êri?kirina tevgera re îzah bikî. Tenê çareyek heye, ew jî vegera ji wê riyê ye. Divê were zanîn ku ev rê riya xilasbûnê ye. Tu xwe bi xwe bi vî awayî tune dikî. Weke din ti?tek ku em bikaribin bikin tune ye.

  7. Bawer bikit dilè mi bi te §ad u asudeyi.ji ber tu braquji naki.tu her biji.u ez zanim tu pismamè SADUN,è hevala DEVRE§è ABDI,yi.behna rasani u kurdiyati ji tè te.xwuda hejmarà veki tè ,li mè kurdan ziad bikit.yabo madem tu ser le§kerè màar,§èr,pilingi. li ser bozàrexvan suwar ,necirà tirkan diki,de fermo sofiyenkè gerilla sedarè dikin,li nav 48 seat,e 20 bikujin.u DIA minè KURD u kewaniyà rexmetiyà BAVe min ,hin heyi bla bi cavè xwu ku§tinà kenan evrene seg bibini MIRAD.ez baweriya te dikim.ji ber caven tè,rej zelal u zelili.bla tirk ji vè bitirsin MIRAD.veki navè xwu MIRAD,a kurdan bini cih.bi slaven kurdevari.

  8. M. Marê Re? derewan kiriye bi kesatiya xwe yê sisto pisto û bi îftîrkar nî?an daye.
    Elewiyên bawerhi?k(ba?naz) her tim di nav pkkê de li cihê bilin rûdinin!!!!
    Mîna dewleta tirk po?manbûnê dixwaze rebeno!!!!

  9. derew kare wene ma serm li cem we nine qey hun feri reze nebune.tu cawa ji fermanderek gerilla dibe derew ci hey be rez.tu kari rexne xwe biki lé ma tu weki ji birez murad aciz tu ji tirkan ji yan ji erdoxan ji acizi gelo.

  10. Yek serokvez?r,yek serokkomar,yek seroke gel ,e d?n seroke ger?lla,
    ere ba?a e ku ?a??t?ya d?k?n ew?n,ku wan kese rehna nek?n,eme sar?ç?zmel? mehmed axa rehnak?n.

  11. tuji serok elok base eme teji rexne bikin le eme reze ji tere bigrin ji ber tu kurdi em ji te hezdikin pismam. ema em heqarete li te nakin base kur xal eme sasitiyen te u seroke her kesi ji rexne bikin kur met te silav dikim muxaleti.

  12. murad karay?lan dibeje em dikar?n 48 demj?mêrande kese me xwesti b?kuji…
    ev ne raste an murad u hewalen xwe xeletin?
    derdora me b? hezaran ajan mit u yen ku xwina kurdan deste wande hene çima murad ew ne rakirine?
    ??van perwer hun dikar?n yek seetede bikuji gelo je we hale we çi be we 10 milyon kurd li pi?ta wene ew ji ??van perwer ?iyarkirine we çawa çebe
    we yen weg mehmet cahit ?ener kani y?lmaz hikmet fidan sipan rojh?lat vs vs ku?t?n ew yen ku ev parti di dile vi gelide ?iyarkiribun
    çawa çebu her pa?t?r heza we kem tirkirin

    heta ku kurd j? hev hesnekin rizgari azadi nine
    heta ku j? ber ramanen xwe u cudatiya ramanen xwe hun hevdu bikuji azadidi yekiti nine
    heta hun parti u seroke xwe ser kurdu kurdistane re bigri azadi birati heskirin nine
    heta ku hun armancen xwe yen ji bo berjewendiya xwe ser hemu azadiya re bigri hun kemdibin
    heta ku hun bejin ?ore? dixwe zarogen xwe hun sernakevin
    xwi?ka leyla u re hevalen we yek care j? gotina seroke kurden dinya u axrete derket ewen ji ??van xerabtir ben rexne kirin
    li bele em bi tene ji minin rastiye tinin z?man j? bo gele xwe
    biji kurd biji kurdistan

  13. gelo hun dikarin hineke li ser destkeftin u xebata durist ya pkk ji bikin ji ber me xeletiyen we fem kirin. dibe qismek ji rast be le ma qet basi nine.le yadin ger 10 milyon insan siyar bune ne keda tu kesiye ji bili sehiden kurdistane.tene ew xwediye keda rastin.

  14. xemdarê rebeno ecizbûna min ji Kurdistanî bûna min e, ma ew pirsa te jî lotike lo.
    Hûn ji dagirkirina Kurdistanê ne eciz in (îdeolojiya we), hûn jî ji ber ew hikumet in ji wan eciz in. Hûn wek partiya sîstema tirko difikirin/tevdigerin.

    Bijî HAWARRRRRRRRRRRR
    Wek te jî dîtiye, ew îtaatê dixwazin wek kemalîst û talîbaniyan. ?erîata apo kêm bû!! teW.

    Ê ku teslîmîyet û radestiyê ji hunermendekî dixwaze ji ‚rêzê‘ tu ti?tekî fêm nake.
    Ma hemû ew êrî?ên hovane û weh?iyane yê we ‚rexne‘ ne xemdarê rebenoooo!

    kemal botan wek te jî ba? fêm kiriye ew fortan(palavra) dikin. Ma qey li Amedê le?ker û polêsên tirkan tune ye, apociyên reben çi dibêjin..
    Ew hezkirinê nizanin, lê bes îtaata li kemalîzmê dizanin û dixwazin gelê me bê deng bikin, lê dê tu car di wê ?a?iya xwe de bi ser nekevin.

    Bijî Leyla Zana, ku gotibû “Wiha nekin hevalno! Heger niha yek ji we ?ivan protesto bike, ev tê wê wateyê ku di mêjiyê kesê wiha bike de nexwe?î heye……..”
    http://www.lotikxane.com/2011/03/xwedi-li-taybetiyen-xwe-derkevin/

  15. Leyla zana gava tistek an kurdek din tisteki bas bike bêgumen emê methê wi bikin.Leyla bike ,Apo bike Burkay bike,Turk bike ,Barzani bike ,Talabani bike an ji sivanek kurd bike. Gava kurdek kudên xelet hisyar dike ev kurd zêre.Leyla bi vî helwestê xwe zêre. Gava rojekdin Leyla yan ji kurdek din peyamek xelek bide bëgumen emê wan ji rexne bikin. Kes ji rexê xelasnabe.
    Mirovayeti xudaji sitemkirne. Bê edaletiya wi anine ziman. Kes bawerdikim xwe li ser xwudare nabinit. Gava bibinit ji em xwe tevli wan u xuda nakin. Bêguman divê hin pêvanên rexnan hebin. Bi baweriya min:
    -Ger rexne avakerbe.
    -Ger rexne bi arguneteki ilmibe.
    -ger rexne ne wek tîrên jehrkiribe.
    -Ger zimanë rexnê yê rexne lêtê kirin birindar neke.
    -Ger rexne li gor bejnu bala yê tê rexnekirinbe.
    -Ger rexne bi niyetek dostanebe.
    -Zimanê rexnegir zimanek civaki u sosyalbe.
    -Rexne ne korbe.Cawan xwe dibine yê rexnan ji lê digire bibine,u inkar neke.
    -Ger rexnegir di rexneyên xwede ferq u cidahi neke.
    REXNE SE SERAN SER CAVAN.TU KES JI REXNAN NAYÊT AZADKIRIN: RITFA WI YA SIYASI CIBE BILA BIBE.
    HER BIJI REXNE

  16. biraye peseroj. ideolijiya min kurdistane ne dijmina tiya tu partiya ne ne inkar kirina keda tu kesi kurda ne weki te fena tikim u ne ji dujmine tu kesime ji ber kurdistani me.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.