Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye

Serokê Kurdistanê kek Mesûd Barzanî, wek hemû caran helwesta xwe ya Kurd û Kurdistanê raxist ber çavan, dilê temamê Kurdan xweş kir û helbet dilê dijminan jî reş kir. Mesûd Barzanî yê ku ji roja roj de xwedîyê gotinên xwe ye û bi qasî misqalekê jî ji hinek xalên xwe yên sor tawîz nedaye, di konferansa Yekîtîya Ciwanên Kurdistanê de heman helwesta Kurd û Kurdistanî danî û bala ciwanan kişand ser yekîtîya Kurd û Kurdistanê.

Kek Mesûd, di konferansê de bal kişand ser vê yekê û got ku „Kurd yek millet e û Kurdistan jî bi zorê hatiye parçekirin, lê bi şêwe û siyasetek aştîyane divê cardin herçar parçeyên Kurdistanê bibin yek“.

Serok Barzanî wek nimûne mînaka Almanya û Çekoslovakya da ciwanên Kurdistanê, got „Miletê Alman 40–50 salan bi zorê ji hev hat cudakirin lê di taliya talî de bû yek. Herwiha li Çekoslovakyayê jî du miletên cuda yanî Çek û Slovak 40–50 salan bi zorê hatin yekkirin lê belê ji ber ku ne xwezayî bû, dîsa ji hev cuda bûn“ û berdewam kir: „ Lewra dibêjim ev cudakirina Kurdistanê jî ne xwezayî ye. Divê rojek bê ku ev milet hevdu bigire û bibe yek“.

Serok Barzanî bal kişand ser vê yekê jî ku mafê çarenûsî mafekî xwezayî ye û xwedê wek her milletî ev maf daye Kurdan jî. Serok Barzanî mizgînî da ku ewê konferansa netewî ya herçar parçeyên Kurdistanê îsal amade bikin û îmkanên xebata siyasî çêbûne, ji ber vê divê Kurd xebata çekdarî nekin û ewê di konferansê de peyama aştîyê bidin milletên dorûberê, nemaze Tirk, Ereb û Farisan.

Belê, dibêjin „dîkê çê di hêkê de bang dide“. Ji roja ku min kek Mesûd nas kiriye, her Kurd û Kurdistanî ye, xewn û xeyalên wî her Kurdistana mezin û yekîtîya milletê Kurd e.

Ê de aqûbet li serokên din be jî rebbî…

Ya rebbî!

Tu wan kesên ku ji xwe re dibêjin serok hedayet bikî, tu îmana wan a Kurd û Kurdistanîbûnê wek îmana serok Barzanî xurt bikî û tu wan ji rêya xelet vegerînî..

Ya rebbî!

Tu wan Kurdên ku dane dû qûna Tirk, Faris û Ereban haş bikî, çavên wan yên korbûyî vekî û mîrkutekî Kurd û Kurdistanî li nav serê wan xî..

Amîn!

About The Author