Me safî kir ma dora we

Li gor saloxên fitne û fesadên we?an û amûrên ragihandinê, êdî Çerkez jî rabûne lotikan û mafê xwe yê perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin û gotine êdî ji bi?avtina gelan re bes e.

Çerkezên ku bi serjimariya xwe ya li Tirkiyeyê pi?tî Kurdan tên, heta niha qûna deshilatdarên dewletê dialastin û qet ji bo tu mafekî xwe dengê xwe nekiribûn. Lê niha pi?tî ku dîtin Kurdan bi darê zorê û berzkirina dengê xwe, hêdî hêdî ber bi standina mafên xwe ve diçin, ew jî ji vê ?orbenîska bikel neman û rabûn zîtirk û lotikan.

Li gor daxuyaniya hevgirtina komeleyên Çerkezan, serjimara wan li Tirkiyeyê li dora 5-8 milyon kesan e û ew bi piranî ji gelên Qefqas ên ‘Çerkez, Abhaz, Kabardey, Oset, Çeçen’ ku cudabûnên çandî di navbera wan de hene pêk tên.

Hevgirtina Komele û Federasyonên Çerkesan di çalakiya xwe ya ku li Qada Kizilay a Enqerê li dar xistin, daxwaza mafên xwe kirin. Çerkezan pihîneke kerkerkî li dor qûna nêrîna fermî ya dewletê jî xist û rêdana demokratîk a ku heta niha pûç derketiye rexne kir. Çerkezan mafê perwerdeya zimanê zikmakî, mafê we?ana televizyonên bi zimanê xwe, mafên parastin û pê?vebirina çand û nasnava xwe xwestin.

Çerkezan her wiha lotikeke ji xwe mezintir jî avêtiye û gotine, “Zimanê min ê zikmakî rûmeta min e ji bo rûmeta xwe ezê ?er bikim”.

Gelî lotikvanino! Hûn ji bo vê gotinê çi dibêjin?

Gelo Çerkezan çav berdaye çiyayê Kurdistanê û dixwazin ?erê gerîlla bidin destpêkirin yan dixwazin dora standina mafan ji Kurdan bistînin?

Ê min ez dora xwe nadim tu kesî.

Heta ew jî enfal û qirqirinan nebînin, nekevin gorên komî, di heps û zîndanan de nerizin, rûberî lêdan û î?kenceyan nebin ez bi xwe dora standina mafên xwe nadim wan!

Aha Kurdino bila ev jî ji we hemûyan re bibe guhar û ti?tekî din jî lê zêde nakim!…

About The Author