Biryar li we

Mankena germ û nerm, delala ber dilê xort û mêrên doxînsist, bedewa bejinzirav û pozkutilkî Brooklyn Decker, bi 18 telaqên mêrberdanê sûnd xwar û dibêje ku “di dinyayê de ji min spehîtir û bêqisûrtir jin tunene”.

Her çiqasî em li ber dilê wê geriyan û me got ku “keçko, welle û billeh tu ewqas ne bededî wî, dev ji vê pozbilindî û payetîya xwe berde. Keç û jinên ji te xwe?iktir, seksîtir û bejinziravtir hene heyran” û me xwest em wê bînin ser rêya îmanê jî, lê xanimê bi ya me nekir û got Nûh lê negot pêxember.

Pi?tî nîqa? û raberizandinek dûr û dirêj, me li hev kir ku em biryara bedewî yan kirhatîya wê ji xwendevanên Demokratîk Lotikxane Partîsî re bihêlin.

Îcar biryar di wîjdanê we de ye gelî xwendevanan. Qedera Brooklyn Decker xanimê di destê we de ye. Heger we biryar da û ew eciband, wê Brooklyn xanim bide lotikan û benî?tê xwe biteqîne. Na heger we ew ne eciband û doxîna we lê venebû, wê Brooklyn xanim çarçefek re? li xwe ke û biçe li ber destê ?êx û melayên Siûdî Erebistanê tobe bike, hew mankenîyê bike û destê xwe ji jiyana vê dinyayê bi?o.

De lê binerin û biryara qedera vê xanima germik û nermik bidin qurban…

Amerîka

 

About The Author